Helbestvan Sara Motaghî hat girtin

  • 16:39 4 Adar 2023
  • Rojane
WAN - Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî ya li Îranê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamî” kirine hate girtin. 
 
Li Îranê serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin berdewam dikin. Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî li Îranê bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamê” kirine beriya du rojan hate binçavkirin. Sara piştî binçavkirina du rojan hate girtin û şandin Girtîgeha Lakan.