Helbestvan Sara Motaghî hat girtin 2023-03-04 16:39:32   WAN - Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî ya li Îranê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamî” kirine hate girtin.    Li Îranê serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin berdewam dikin. Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî li Îranê bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamê” kirine beriya du rojan hate binçavkirin. Sara piştî binçavkirina du rojan hate girtin û şandin Girtîgeha Lakan.