Jinên Ciwan: Bi rihê Leyla Guven serî hildin
- 16:53 10 Adar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8'ê adarê û piştgiriya Berxwedana Perlementera HDP’ê Leyla Guven Jinên ciwan ji bakur û rojhelatê Sûriyeyê şahiyek li bajarê Til Temir li dar xistin.
Bi boneya 8'ê adarê Roja jinên Cihanê û bi armanca piştgiryê bidin berxwedana Leyla Guven jinên Ciwan yên bakur û rojhelatê Sûriyeyê şahiyek li gundê Til Nesrî yê girêdayî bajarê Til Temir lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin bi navê Jinên Ciwan Jînda Munzir, Bi navê Kongreya Star Muna Yûsif kirin û 8'ê Adarê li tevahî jinên cihanê pîroz kirin û gotin:“ Bi rihê berxweda Leyla Guven serî hildin. Ji dîroka 8'ê adarê heta roja îro di kesayetam jinên wekî Leyla Guven de berxwedana jinên azad û têkoşer dewam dike. ji bo wê jî em dibêjin bimre koletî û herbijî jinên azad."
Şahî bi gonven dirûşim û stranên Zîlan Husên bi dawî bû.