Jinên Ciwan: Bi rihê Leyla Guven serî hildin 2019-03-10 16:53:22   HESEKÊ - Bi boneya 8'ê adarê û piştgiriya Berxwedana Perlementera HDP’ê Leyla Guven Jinên ciwan ji bakur û rojhelatê Sûriyeyê  şahiyek li bajarê Til Temir li dar xistin.   Bi boneya 8'ê adarê Roja jinên Cihanê û bi armanca piştgiryê bidin  berxwedana Leyla Guven jinên Ciwan yên bakur û rojhelatê Sûriyeyê şahiyek li gundê Til Nesrî yê girêdayî bajarê Til Temir lidarxistin.   Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin bi navê Jinên Ciwan Jînda Munzir, Bi navê Kongreya Star Muna Yûsif kirin û 8'ê Adarê li tevahî jinên cihanê pîroz kirin û gotin:“ Bi rihê berxweda Leyla Guven serî hildin. Ji dîroka 8'ê adarê heta roja îro di kesayetam jinên wekî Leyla Guven de berxwedana jinên azad û têkoşer dewam dike. ji bo wê jî em dibêjin bimre koletî û herbijî jinên azad."   Şahî bi  gonven dirûşim û stranên Zîlan Husên bi dawî bû.