HDP'yî çûn serdana Sîsê Bîngol
- 11:23 10 Adar 2019
- Rojane
MÛŞ - Parlamenterên HDP'ê û namzedên hevşaredariyê çûn serdana Sîsê Bîngol ku ji girtîgehê hat tehliyekirin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, namzeda hevşaredariyê Sîbel Gênç û namzedên Gimgimê yên hevşaredariyê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin çûn serdana Sîsê Bîngol a 85 salî ku ji Girtîgeha Jinan a Tarsusê hat tahliyekirin. HDP'yiyên ku Sîsê li mala wê ya li gind ziyaret kirin piştre ji malê veqetiyan.