HDP'yî çûn serdana Sîsê Bîngol 2019-03-10 11:23:49   MÛŞ -  Parlamenterên HDP'ê û namzedên hevşaredariyê çûn serdana Sîsê Bîngol ku ji girtîgehê hat tehliyekirin.    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, namzeda hevşaredariyê Sîbel Gênç û namzedên Gimgimê yên hevşaredariyê  Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin çûn serdana Sîsê Bîngol a 85 salî ku ji Girtîgeha Jinan a Tarsusê hat tahliyekirin. HDP'yiyên ku Sîsê li mala wê ya li gind ziyaret kirin piştre ji malê veqetiyan.