Biryara dûrxistinê Alev Yildirim neparast

  • 14:11 13 Sibat 2019
  • Rojane
TOKAT - Li Nîksarê jina bi navê Alev Yildirim, ji aliyê mêrê bi navê Muammer G. ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat kuştin. 
 
Li navçeya Nîksar a Tokatê Alev Yildirim (28), ji aliyê mêrê bi navê Muammer G. (40) ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû  ve hat revandin û hat qetilkirin.  Cenzeyê Alevê li nav sînorê nîksarê hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tokatê. 
 
Lêgerîna Muammer G. ku Alevê qetil kir berdewam dike.