Bertek didomin: Me qanûn li kolanan nivîsî
- 09:05 7 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE - Ji hêzên Ked û Demokrasiyê jinan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariya Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dan û wiha gotin: “Îro hemû tiştên em xwediyê wê ne me bi kolanê bi berxwedanê bi dest xistiye. Me qanûn li kolanan nivîsî, wê ji vir şûnde jî wisa bidome.”
Bi talîmata wezareta karê hundir ji bo şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûman li her derê Tirkiye û Kurdistanê gel daket kolanan û protesto kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin.
‘Em ê li kolanan bin’
Seroka Şaxa Federasyona 78’an a Şoreşger a Enqereyê Emel Uzman diyar kir ku polîtîkayeke qeyûm ya bandor li ser hemû qadên jiyanê kiriye heye û wiha anî ziman: “Em hemû li dijî qeyûman e. Îradeya gel hatiye xespkirin. Em ê li kolanan bin û xwedî li dengê gel derkevin. Jixwe mudaxale li jiyana me hebû. Me li wir jî parçeyekê wê dît. Em li her derê li dijî qeyûman e.”
‘Me jinan qanûn li kolanan nivîsî’
Endama Tevgera Jinên Sosyalîst Nursel Guvendîr jî bi lêv kir ku qeyûm bi tena serê xwe êrîşek li dijî îradeya gel û jinan e û wiha domand: “Ji bo bertek nîşandana qeyûm mirovbûn, welatîbûn têr dike. Tişta em dibêjin demokrasiya burjuvayê qeyûm bixwe ye. Ev pergal dewlet bi xwe ye. Ev siyaseta qeyûm ji bo xespkirina îradeyê ye. Ji bo vê hemû civakê û gelan vexwendiyê dijberbûna qeyûman dikim. Li herêmên îrade hatiye xespkirin pergala hevserokatiyê heye. Ev li aliyekî êrîşa li hember îradeya gel û jinan e. Me jinan qanûn li kolanan nivîsî. Divê em jin li dijî vê bin. Ez bang li hemû kesî dikim ku li dijî qeyûman li kolanan têbikoşin.”
‘Bi berxwedanê wê bê bidestxistin’
Belgîn Koç jî diyar kir ku li vî welatî pêşî li mafê hilbijartina mirovan tê girtin û ev êdî bûye wek rejîmekê. Belgîn Koç ev nirxandin kir: “Di şaredariyên Dem Partiyê de pergala hevserokatiyê heye. Ev êrîşek li dijî pergala hevserokatiyê ye. Piştî qeyûman hûn dizanin ku li hember destkeftiyên jinan êrîş pêk hatin. Komele hatin girtin. Sazî hatin girtin. Ev şermek mezin e. Li Esneyurtê jî êrîş pêk hat. Ji ber vê divê em li dijî êrîşan bin. Bi berxwedanê em ê bi dest bixin.”
‘Hikûmet parçe parçe darbeyê dike’
Ezgî Duman jî ku hem femînîst û hem hiqûqnas e sedema berteka xwe ya li dijî qeyûman wiha vegot: “Ev mijar mijara me hemûyan e. Hewcedariya me hemûyan bi azadî û demokrasiyê heye. Ji ber vê ez li vir im. Şaredarek jin ku dengê herî zêde girtiye, qeyûm tayînê şûna wê dikin. Li gorî min ev azadiya min jî eleqeder dike. Ev min eleqeder dike. Ji ber vê ez li vir im. Hikûmet parçe bi parçe darbeyê dike. Em neçar in li dijî vê têbikoşin. Divê em hemû bên gel hev û têbikoşin.”
‘Em ê destûrê nedin vê dijhiqûqiyê’
Ji Kordînasyona Jinan a Partiya Sosyalîst Doga Karakuş jî wiha bi lêv kir: “Em vê dijhiqûqiya li hember Kurdan hatiye kirin qebûl nakin. Berê jî me ev tablo dît. Me li berxwe da. Îro jî em li kolanan ji bo protestokirina vê li vir in. Em ê li dijî xespkirina îradeya jinan îradeya gelê Kurd têkoşînê bidomînin. Em ê destûrê nedin vê dijhiqûqiyê.”