‘Ger mafê hêviyê bikin mijara bazarê wê hiqûq ji dewrê derkeve’

  • 09:02 7 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Parêzera OHD’ê Yasemîn Soydan, der barê pêkanîna ‘mafê hêviyê’ ku tê gotin giredayê atmosfera siyasiye de axivî û got: “Dema maf li gorî geşedanên siyasî bibin mijara bazarê hiqûq ji dewrê derdikeve. Mafê hêviyê ne mafekî ku bibe mijara bazarê ye. Em ê li dijî tecrîdê têkoşînê bidomînin.”
 
Piştî 43 mehan şûnde parlamenter Omer Ocalan bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 23’ê cotmehê de hevdîtin kir. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotinên ‘şert û merc bên avakirin, ez xwedî hêza pratîk û teorîk a ku pêvajoyê bikşînim zemîna hiqûqî û siyasî’  bikaranî.  Lê piştî hevdîtinê parêzerên Buroya Hiqûq a Asrinê, der barê hevdîtina malbatê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan û l idijî vê gotin cezayê dîsîplînê yê sê mehan yê li Abdullah Ocalan hatiye birîn heye. Li aliyê din jî nîqaşên ‘mafê hêviyê’ tên kirin. 
 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yasemîn Soydan der barê mijarê de axivî.
 
‘Bidestxistina mafan wê bi geşedanên siyasî pêk bê’
 
Yasemîn Soydan da zanîn ku di alî hiqûqî de divê Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û di alî mafê mirovan de ne tenê Abdullah Ocalan divê astengî li pêş tu girtiyiyan tune be. Yasemîn Soydan wiha anî ziman: “Girêdayê geşedanên siyasî, pêşketin di nokteyek mirovan nerehet dike de ye. Li gorî geşdanên siyasî hiqûq bi teşe dibe. Bidestxistina mafên ji qanûn û peymanan dertên wê bi geşedanên siyasî bên bidestxistin? Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di astek cidî de ye. Bi salan bû agahî jê nedihat girtin. Ev mudaxaleya li hember mafê mirovan e. Tu aliyê hiqûqî yê vê tecrîdê tune ye.”
 
‘Ji cezayê mirinê cudatir nîne’
 
Yasemîn  Soydan bi lêv kir ku bi tecrîda giran re bi salane ‘mafê hêviyê’ jî tê nîqaşkirin û wiha domand: “Di pergala hiqûqê de feraseta edaletê ya cezakirinê heye. Ev fraset piştÎ ku kes sûc dike, vî kesî ji civakê îzole dikin û vî kesî diguherin û vedigerînin civakê. 2004’an de cezayê mirinê hat rakirin. Cezayê muebeta giran anîn. Li gorî vî cezayê kes heta bimre wê girtî bimîne. Ev jî ji cezayê mirinê cudatir nîne. Ji bo Birêz Abdullah Ocalan di vê mijarê de serî li DMME’ê hatibû dayîn. DMME’yê der barê vê de biryara binpêkirina maf da. Lê Tirkiye bi salan e vê biryarê pêk nayne.”
 
‘Divê em di têkoşîna hiqûqî de bi israr bin’
 
Yasemîn Soydan wiha dirêjî dayê: “Tevî tecrîda giran a Tirkiye pêk tîne CPT, Komîteya Wezîran li dijî Tirkiyeyê ceza pêk nayne. Mafê hêviyê nikarin bikin mijara bazarê. CPT û Komîteya Wezîran li dijî tecrîdê bêdengin. Hiqûq vî mafî ji xwe dide kes. Ji ber vê jî ne pêkane ku bibe mijara bazarê. Maf nikarin bibin mijara bazarê, ger bibin hiqûq ji dewrê tê derxistin. Divê em di têkoşîna hiqûqî de bi israr bin. Em wek OHD em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin.”