Hevşaredar Gulistan Sonuk: Nexşerêya me berxwedan e

  • 09:06 7 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ÊLIH - Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku li dijî qeyûman bi rojane bi gel re li ber xwe didin û wiha got: “Nexşerêya me berxwedan e. Em ê li berxwe bidin. Em ê tu carî van kolanan bernedin.”
 
Di 4’ê Mijdarê de ku qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê hat kirin. Ligel tayînkirina qeyûman jî li Êlihê bi şev û roj li navend û taxan berxwedana gel didome. Gelê Êlihê di eniya herî pêş de cihê xwe girtiye û di xwedî derketina vîna xwe de bi biryar in.
 
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk, ji ajansa me re têkildarî tayînkirina qeyûman de axivî û got yek rê berxwedan e.
 
‘Dê vê carê jî dîroka serkeftinê bê nivîsandin'  
 
Gulîstan Sonuk, anî ziman ku ev êrişên li ser Gelê Kurd û jinan êrişên ne 10 salan e û got ku ev êriş sed sal in berdewam dike. Gulîstan Sonuk, bi lêv kir ku heta îro gelek darbe li vîna Gelê Kurd hatiye xistin û ji van darbeyan a herî dawî jî tayînkirina qeyûman e. Gulîstan Sonuk, bal kişand ser darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de pêk hat û wiha domand: “Di 4’ê Mijdarê de bi tayînkirina qeyûman dixwazin vê yekê bînin bîra kurdan; pêşiya we dîsa qirkirinek û şerek heye. Dixwazin dîrokê ji bo kurdan dubare bikin. Çawa ku 4’ê Mijdarê 2016’an de êriş kirin û şerek dan destpêkirin ve xwestin kurdan ji holê rakin. Ji ber vê yekê xwestin vê peyamê îro dîsa bidin me. Lê belê sal 2024 e û jin ne jinên salek berê ne. Êdî kurd kurdên ne salek berê ne. Ji ber vê yekê jibartina vê dîrokê ne tesadûfe. Dê jin û gel destûrê nedin ku ev dîrok xwe dibûbere bike. Dê vê carê dîroka serkeftinê Gelê Kurd binivîsîne. Carekedinê em nahêlin ew qirkirinên li ser civakê, vîna kurd û jinê kirin em nahêlin ew dûbere bike.”
 
‘Vê carê rê tuneye ji qeyûman re’
 
Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku ew di 4’ê Mijdarê de xwestin derbasî şaredariyê bibin lê destûr nehatiye dayîn û wiha domand: “Dema ku me xwest em derbasî şaredariyê bibin bi êrişên polîsan re rû bi rû man. Bi awayekî bê ehlaqî  bi ser gel ve hatin. Bi gefan, bi gaz û ava tayzîklî bi ser me ve hatin. Lê belê ew jî bi tiştekî ku ne bendê bûn re rû bi rû man. Ew ne bendê bûn ku gel ew qas li ber xwe bide û bertek nişan bide. Bi saetan bi rojan li ber deriyê şaredariya xwe nobetê bigire û li ber xwe bide. Ew jî şaşmayî man. Ji ber vê yekê ew carekedin rêbazên xwe yên bere xistin meriyetê. Lê belê vê carê rê tuneye ji qeyûman re. Ne 4 salê me û ne jî rojekê Gelê Kurd tuneye qûrbana qayûman bike. Ji ber vê yekê jî em ê li ber xwe bidin.”
 
‘Ez jî ziman, çan dû vîna te nas nakim'
 
Gulîstan Sonuk, da xuyakirin ku beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ji aliyê hişmendiya mêran ve û li hember vîna jinê hevgirtinê dike û bi awayek hovane êriş dike derketiye holê. Gulîstan Sonuk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû qirêjiyên ku hetanê niha li hemberê kurdan û jinan sûc kiribûn û gel nasnekiribûn, dîsa ew hatine ligel hev û xwestin vîna jinê li Êlihê tune bikin. Dixwazin dîsa Êlihê bînin salên 90’î ku bi qetilkirin û întîxarên jinan dihat pênasekirin. Lê belê wê demê jî ne bendê bûn ku jin ev qas li ber xwe bidin. Dîsa jî ne li bendê bûn ku gel li dora felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bibe xelek û dengek ev qas bilind derbixe. Ji ber vê yekê taybetmendiyên Êlihê jî hene. Yekem care di aliyê fermiyetê de bi navê jinekê kete hilbijartinê. Ev yek di gel de moral û kelecanekê jî derxist holê. Lewma jî dixwazin wê moral û kelacanê jî tune bikin bi qeyûman. Dixwazin hemû hêviyên gel ji şaredariyan qût bikin. Di nava vê 8 salan de xwestin çanda kurdî ji holê rakin. Piştî ku qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin şûnde ewil malperên şaredariyê de zimanê kurdî jê bibin. Eywana şaredariyê ya çand û hûnerê hebû. Ji gelek hûnermendên kurd re hatibû veqetandin. Tiştê ku kirin a duyemîn jî wan bernameyên kurdî betal kirine. Bi tenê yên du kesan betal nekirine ew jî yên hevkarên wan in. Bi vê awayî vê peyamê jî didin me; heta ku ev şaredarî di bin xespê û dagirkeriyê de be ez jî çand, ziman û vîna te nas nakim.”
 
‘Gotin dema bikeve meriyetê bi wate dibe'
 
Gulîstan Sonuk, di axaftina xwe de bal kişand ser gotinên îktîdarê yên demên dawî û wiha got: "Qala pêvajoyekî dikin, destê xwe dirêj dikin. Lê belê ev dest dirêjî li hemberî vîna gel pêk hat. Di felsefeya me ya Gelê Kurd de gotinek heye 'Dema gotin bikeve meriyetê bi wate dibe'. Em jî niha heman tiştî dibêjin. Ger ku gotin nekevin meriyete bê wate dimîne. Ji ber vê yekê jî kengî gotin hatin pratîzekirin dê wê demê ji bo me jî wateya wê hebe.”
 
‘Nexşerêya me berxwedan e’
 
Gulîstan Sonuk, di dawiya axaftina xwe de got li dijî tayînkirina qeyûman çalakî û berxwedana wan didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nexşerêya me berxwedan e. Em ê li ber xwe bidin. Em ê tu carî van kolanan bernedin. Em ê tu carî şaredariyên xwe bernedin. Heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin.”

Etîketan:

qeyum