Biryara dûrxistinê Alev Yildirim neparast 2019-02-13 14:11:37   TOKAT - Li Nîksarê jina bi navê Alev Yildirim, ji aliyê mêrê bi navê Muammer G. ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû ve hat kuştin.    Li navçeya Nîksar a Tokatê Alev Yildirim (28), ji aliyê mêrê bi navê Muammer G. (40) ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû  ve hat revandin û hat qetilkirin.  Cenzeyê Alevê li nav sînorê nîksarê hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tokatê.    Lêgerîna Muammer G. ku Alevê qetil kir berdewam dike.