Meşa Jinên Ciwan bi dawî bû

  • 17:36 11 Sibat 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Meşa ku bi dirûşma "Bi rihê Arîn Mîrkan, em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin" ciwanên Herêma Firatê li dijî komploya 15'ê Sibatê dest pê kiribûn, bi dawî bû.  
 
Yekîtiya jinên ciwan ên Rojava bi dirûşma "Bi rihê Arîn Mîrkan, em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin"  li dijî komploya 15'ê Sibatê meş dabû destpêkirin. Meşa ku bi dirûşma "Bi rihê Arîn Mîrkan, em ê dîwarên Îmraliyê parçe bikin" ciwanên Herêma Firatê li dijî komploya 15'ê Sibatê dest pê kiribûn, li Gundê El-Pelorê bi dawî bû.  
 
Meş li gundê El-Pelorê bi deqeyek rêzgirtin rawestiya. Paşê li ser navê berdevkên jinên ciwan ên Bakur û Rojavayê Sûriyê Jînda Munzir û Leyla Elbid axivîn û gotin ku ew tecrîdê şermezar dikin û heta tecrîd bi dawî bibe ew ê li ser piya bin. 
 
Jinda Munzur got:"Tecrîda li ser Rêber Apo li ser me ye. Heta tecrîd bi dawî bibe em dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
Leyla Elbid a ji bajarê Reqayê wiha got: "Bi rihê berxwedaniya jinê em ê rêber Apo  azad bikin û bijîn."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Sibehê jî dê meşa Ciwanan li navçeya çelebiyê a Kantona Kobanê dest pê bike û sê rojan dewam bike.