Desteserkirina şaredariyan li Kanadayê hate şermezarkirin
- 10:51 7 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên li Torontoyê li gel dostên xwe daketin qadan û desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Li meydana Dundas a navenda Torontoyê, qeyûmên di ser şaredariyên Kurdan hatî tayîn kirin û desteserkirina îradeya li ser Kurdan, bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin.
Bi banga Civaka Kurd a Kanadayê bi sedan kes tevlî çalakiya protestoyî bûn.
Girseyê li gel hilgirtina pankartan timî dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Freedom for Kurdistan, Terorîst Erdogan, Stop Fascist Turkey Regime, Kurdistan Goristan ji bo Faşîstan" qîr kirin û desteserkirina mafên demokratîk ên gelê Kurd şermezar kir.
Di axaftinên li çalakiyê de nerazîbûn li hemberî astengkirina mafê xwerêveberiyê yên Kurdan hatin nîşandan û hate destnîşankirin ku pêkanînên qeyûman êrîşeke zelal a li dijî vîna gel e.
Bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Kanadayê hat kirin û hat diyarkirin ku divê têkoşîna demokratîk a gelê Kurd bê destekkirin.
Di çalakiyê de peyamên hevgirtinê hatin dayîn, daxwazên ji bo naskirina mafên Kurdan û bidawîkirina tayînkirina qeyûman bi dengekî bilind hatin gotin.
Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Elihê”, “Bijî berxwedana Mêrdînê” û “Bijî berxwedana Xelfetiyê” bi dawî bû.