Ji Wanê bertek: Dê qeyûm biçin!

  • 10:52 7 Mijdar 2024
  • Rojane

 
Oznur Değer-Neslîhan Kardaş
 
WAN- Jinên beşdarî çalakiyên li dijî qeyûman bûn gotin, “Wê qeyûm biçin û gel were. Kurd her tim bi sedsalan hebûne û wê hebin. Em yek diçin û hezar tên. Bijî berxwedana Kurdan."
 
Nerazîbûnên li Kurdistanê ên li dijî tayînkirina qeyûm di 4'ê Mijdarê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih  û Şaredariya Xalfetî ya Rihayê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve  dewam dikin. Berxwedana li dijî qeyûman ku li Êlih, Mêrdîn û Xalfetî dest pê kir û li hemû bajarên Kurdistanê belav bû, hemû kolan veguherandin qadên berxwedanê. Li bajarê Wanê ku yek ji wan bajarên ku çalakiyên li dijî qeyûman lê dewam dikin, bi şev û roj xwepêşandan tên lidarxistin.  
 
Me mîkrofona xwe dirêjî jinên ku beşdarî çalakiya zincîra mirovan ya li dijî qeyûmê ku duh li Kolana Cûmhûriyetê ya herî qelebalix a Wanê bi beşdariya bi sedan kesên ji 7 heta 70 salî pêk hat kir û ji wan pirsîn ka hûn çawa vê çalakiyê şîrove dikin. 
 
'Em ê heta ku qeyûman vekişin li ber xwe bidin'
 
Herdem Acar: Li sê şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin. Em polîtîkaya qeyûm a AKP-MHP’ê qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin heta ku qeyûm vekişin. Şaredarî yên gel in, dê yên gel bimînin.
 
'Em li dijî polîtîkayên qeyûman li qadan in û li ber xwe didin'
 
Ceyda Dîndar: Desthilatdariya AKP-MHP'ê fêm kir ku hatiye hilweşandin. Ji ber ku dizanibû êdî nikare vê desthilatdariyê biparêze, qeyûm tayînî şaredariyên DEM Partiyê kirin. Lê em weke gelê Kurd li dijî polîtîkayên qeyûman ên li Kurdistanê li qadan in û li ber xwe didin. Em bi hilbijartinan hatine, em ê bi qeyûman neçin. Em weke gelê Kurd bi vîna xwe li qadan in. Qeyûm wê derkevin û gelê Kurd wê dîsa xwe bi rêve bibe. Şaredarî yên me ne. Berxwedan jiyan e.
 
'Têkoşîna me wê heta dawiyê bidome'
 
Hevşaredara Westanê Kubra Aktî: Di 2'ê Nîsanê de me bersiva pêwîst da. Qeyûm talan e, dizî ye. Desthilatdariya kesên ku hatine hilbijartin tenê dema ku gel bixwaze dikare ji dest were standin, ne bi riya qeyûman an rayedarên tayînkirî. Em vê yekê qebûl nakin û têkoşîna me wê heta dawiyê bidome.
 
'Em ê paşde gav neavêjin'
 
Zana Gurdal: Qeyûm desteserkirina îradeyê ye. Em îro li vir in û li dijî vê desteserkirinê ne. Em paşde gav navêjin. Em li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin. Ji bo ku qeyûm biçin divê gel serî hilde. Divê em dengê xwe bidin bihîstin û ji bo vê jî divê em li ber xwe bidin.
 
'Hevserokatî xeta me ya binevşî ye'
 
Felek Erdem: Me got her cara ku qeyûm hat tayînkirin, qeyûm tayînkirina îradeyê ye, darbeya li hemberî hilbijartiyan e. Em weke jinên Kurd û gelê Kurd rê nadin îradeya me were xespkirin. Şaredarî yên me ne. Em tu carî destûrê nadin qeyûman. Şaredariya ku li Tirkiyeyê dengên herî zêde girt Şaredariya Êlihê bû û hevserokatiya wê jî hevala me ya jin e. Em her tim dibêjin ‘Hevserokatî xeta me ya binefşî ye’ û em ê destûrê nedin ku ti kes desteser bike. Em dizanin ku hêrsa hikûmetê li dijî jinê ye. Em xebatên Şaredariya Êlihê ya ji bo jinan jî dizanin. Ger xizmetek ji vî gelî re hebe, hilbijartiyên me vê dikin. Qeyûm tu carî nikarin şûna wan bigirin.
 
'Îro roja serhildanê ye'
 
Macîde Varhan: Divê hemû gelê Kurd ji bo xwedî derketina li şaredariyan serî hilde. Îro roja serhildanê ye. Divê hemû gel serî hildin û nehêlin ku qeyûm mafên me bi dest bixin. Ji ber ku tirsiyan vîna me desteser kirin. Dixwazin diziya xwe bidomînin. Ji bo vê jî qeyûm li şaredariyên me hatin tayînkirin. Em ê heta dawiyê vîna xwe biparêzin. Em li ber xwe didin û em ê vîna xwe teslîm nekin.
 
'Em li ber xwe didin, em li kolanan in, em li qadan in'
 
Gulîstan Bozkurt: Îro qeyûmên ku li şaredariyan tên tayînkirin vîna gel talan dikin. Armanca qeyûman paşguhkirina gel e. Divê gel li her qadê û li her kolanê rabe ser piyan û vîna xwe biparêze. Em li ber xwe didin, li kolanan in, li qadan in û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.
 
'Kayîm ne rê û rêbaz e'
 
Yıldız Tuncer: Qeyûm dijhiqûqî ye û em vê yekê qet qebûl nakin. Li tu devera cîhanê îradeya tu gelan bi zorê nehatiye desteserkirin. Ev zilm tenê li gelê Kurd tê kirin. Em vê jî qebûl nakin. qeyûm sûcê mirovahiy ne. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin û dixwazin vîna xwe biparêzin. Qeyûm ne rê û rêbazek e. Ti gel vê bêhiqûqiyê qebûl nake.
 
‘Çima zimanê me qebûl nakin’
 
Sosin Oktay: Li hemû cîhanê welatên cuda hene. Dema ku zarok ji dayika xwe re dibe zimanê dayika xwe berê hîn dibe. Mesele li vir ne qeyûm, birçîbûn û têrbûn e. Mesele hebûna gelê Kurd e zimanê kurdî ye. Çima zimanê me qebûl nakin?
 
'Em yek diçin û hezar vedigerin'
 
Gurbet Oktay: Qeyûm wê derkevin û gel were şaredariyê. Kurd her tim bi sedsalan hebûne û wê hebin. Em yek diçin û hezar vedigerin. Bijî berxwedana gelê Kurd.
 
'Tişta tê kirin dijqanûnî ye'
 
Esma Alicî: Tişta tê kirin ne rewa ye. Her kes dizane ku şaredariyên me bi îradeyê hatin qezenckirin, lê her carê ev neheqî li me tê kirin. Em dixwazin êdî ev bi dawî bibe.
 
'Em ê mafên xwe û keda xwe biparêzin'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê  Xanim Hazir: Divê gelê me ked û vîna xwe biparêze. Em ê heta dawiyê vîna xwe biparêzin. Em ê maf û keda xwe biparêzin. Em qeyûman naxwazin û qebûl nakin. Mafên me hene û kes nikare ked, maf û vîna me binpê bike.
 
'Em di wê baweriyê de ne ku ev berxwedan wê encam bide'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Aryen Ersayan: Sê roj in li her derê berxwedan heye. Em dizanin ku tayînkirina qeyûman dijqanûnî ye. Em dizanin ku tayînkirina qeyûman desteserkirina vîna gel e. Ji ber vê yekê gelê Kurd û hemû pêkhateyên demokratîk parêzvanên vê yekê ne. Em di wê baweriyê de ne ku ev berxwedan wê encamê bide. Gel wê bi îradeya xwe bê rêvebirin, ne bi qeyûman.
 
'Çi dibe bila bibe em ê li qadan bin'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê Oznûr Evîn: 8 sal in em bi desteserkirina qeyûman re rû bi rû ne. Di vê çarçoveyê de em her tim li qadan bûn û em ê niha jî li qadan bin.  Em ê îradeya gelê xwe teslîmî qeyûman nekin. Çi dibe bila bibe em ê li qadan bin.