Rêxistinên rojnamegeran: Dawî li tundiya li ser çapemeniyê bînin

  • 10:50 7 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Rêxistinên rojnamegeran li dijî tundiya polîsan a li ser rojnamegeran diyar kir ku divê rêz ji rojnamegeran bê girtin û polîtîkayên tundî, binçavkirin û çavtirsandinê bi dawî bibin. 
 
Bi talîtamata Wezareta Navxweyî di 4'ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin ên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiya Rihayê hat tayinkirin. Rojnamegerên şermezarkirinên li dijî tayinkirina qeyûman dişopandin bi îşkenceya polîsan rû bi rû man. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)-Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) - DÎSK BASIN ÎŞ- Komeleya Medyaya Herêmî-Komeleya Jinên Rojnameger - Amed Haber Sen, MLSA, Nûnertiya TGS'ê ya Amedê têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî parve kir û gotin:"Dawî li tundiya li ser çapemeniyê bînin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"
 
"Em tundiya polîsan a li bajarên Mêrdîn, Êlih, Stenbol û bajarên dinê şermezar dikin. 
 
Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê xwegihandina agahiya rast û demokrasiyê ye. Lê belê tundiya polîsan û zextên îktidarê yên li bajarên wekî Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Semsûr û Meletiyê û li gelek bajarên dinê, gefê li vî mafê bingehîn dixwe. Rojnameger ji bo ragihandina bûyerên civakî, binpêkirina mafan a ji raya giştî re her wiha ji bo kêrhatina giştî peywira xwe dikin lê belê ew bi tundiya fîzîkî û derûnî tên astengkirin, tên binçavkirin û lêdanê dixwin. 
 
Em tundiya polîsan a dema rojnameger li ser peywira xwe ne li wan tê kirin û her diçe zêde dibe şermezar dikin. Em di heman demê de îlan dikin ku em ê li dijî sepanên antî-demokratîk ên îktidarê yên li dijî çapemeniyê bêdeng nemînin. Ev zext ne tenê mafê xwegihandina agahiya rast a rojnamegeran di heman demê de ya civakê jî binpê dike. 
 
Di hefteyên dawî de zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li hemberî rojnamegeran zêde bûne. Ji van bûyerana hinek wiha ne:
 
Nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegîhanê Pirha Haberê Kamber Yildiz dema li herêma erdhejê kar dikirin ji aliyê cendermeyan ve bi GBT'ê rû bi rû man. Her wiha polîsan li Semsûrê du caran bi ser mala rojnamegerên lê diman, girtine. Lêpirsîn derbarê nûçeyên ku rojnamegeran çêkirine de çêbûye û hatiye xwestin zext bên veşartin. 
 
Piştî nûçeya derbarê dozgerê lêpirsîna Çeteya Yenidogan dikir de hat weşandin, Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Pencere Nilay Can û Mudurê Karê Nivîsê yê halktv.com.tr Dinçer Gokçe hatin binçavkirin û ji bo parêzer Îrem Çîçek jî hepsa malê hat dayin. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Dadê ev zext li çapemeniyê hatiye kirin û ev zext çarçoveya hiqûqê derbas dike, em dibin şahid ku ev vediguhere çavtirsandina rojnamegeran a ji aliyê îktidarê ve tê kirin. 
 
Dema qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Êlihê hat kirin bi ser Rojnameya Sonsoz a Êlihê ya ku çalakiyên şermezarkirinê dişopandin de hat girtin. Di serdegirtinê de nûçegîhanê rojnameyê Serhat Aslan hatibû xwestin bê binçavkirin lê belê bi mudaxaleya rojnamegerên din ên li buroyê serbest hat berdan. Gelek rojnamegerên geşedanên çalakiyên şermezarkirina qeyûman dişopandin bi astengiya polîsan rû bi rû man. 
 
Nûçegîhana JINNEWS'ê Pelşîn Çetinkaya û xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ji ber ku çalakiya li Êlihê ya şermezarkirina qeyûman şopandin bi lêdanê hatin binçavkirin. Her du rojnameger piştî karê wan ê emniyetê hatin berdan. 
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yeşîm Tukel dema ku xwest çalakiya jinan a li dijî qeyûman a li Kadıkoyê têxe binê qeydê ji aliyê polîsan ve lêdan xwar. Zextên li ser rojnamegeran êrişeke cidî ya li ser xwedigihandina agahiyan a gel e. 
 
Ev bûyer li dijî peyamên çapemeniya azad û mafê mirovan ên navneteweyî yên Tirkiyeyê ne. Ev êrişana ne tenê mafên takekesî binpê dike di heman demê de mafê xwegihandina agahiyan a civakê jî binpê dike. 
 
Tundiya polîsan û zextên zêde bûne ji bo sînordarkirina mafê girtina nûçeyan a civakê ye. Her wiha ji bo îktidar ji rexneyan rizgar bibe ev tundî û zext tên kirin. Îktidar ji bo rexneyan bêdeng bike hêzên ewlehiyê bi kar tîne û bi vî rengî tundiya li ser rojnamegeran veguheriye alava zextê. Ev sepanan gefê li serdestiya hiqûqê, zelaliya hiqûqî û nirxên demokratîk ên li Tirkiyeyê dixwe. 
 
Daxwaz û banga me ev in:
 
*Em daxwaz dikin ku zext, binçavkirin û tundiya polîsan a li ser rojnamegeran bi awayekî azad demildest bên lêpirsînkirin. Derketina pêşberî darazê ya berpirsan ji bo parastina demokrasiyê girîng e. 
 
*Em daxwaz dikin ku helwesta astengkirina rojnamegeran a ji aliyê polîsan ve bi dawî bibe û li hemberî rojnamegeran rêzê nîşan bidin. Ji bo vê jî em daxwaz dikin ku polîs bên perwerdekirin. Çimkî hêzên ewlehiyê divê rêzê ji mafê girtina agahiyan a civakê re bigirin. 
 
*Ji bo bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê em îktidarê vedixwînin rêzgirtina ji bo azadiya çapemeniyê û raya giştî. Divê polîtîkayên tundî, zext û çavtirsandina li dijî çapemeniya azad bi dawî bibin. 
 
Em li gel hemû hempîşeyên xwe ne û em ê bi biryardariya xwe azadiya çapemeniyê her biparêzin. Polîtîkayên zextxwir û tundiya polîsan mafê kirina pîşeya xwe ya rojnamegeran xesp dike. Em ê her tim mafê girtina agahiyan a civakê biparêzin. Em li dijî zext, astengî û tundiya li ser rojnamegeran li gel rojnamegeran bin. Li civakeke ku azadiya çapemeniyê lê tune be em nikarin behsa demokrasiyê bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin.  
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)-Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) - DÎSK BASIN ÎŞ- Komeleya Medyaya Herêmî-Komeleya Jinên Rojnameger - Amed Haber Sen, MLSA, Nûnertiya TGS'ê ya Amedê "