Meclîsa Jinan a HDP’ê dê dirûşma xwe ya hilbijartinê diyar kir
- 13:52 10 Sibat 2019
- Rojane
AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê, dirûşmeya xwe ya hilbijartina herêmî diyar kir. Meclîs dê bi dirûşmeya “Jin bi hev re” dakeve qadan.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna danasîna namzetên hevşaredarên jin ên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, ji bo hilbijartina herêmî dirûşmeya xwe ya“Jin bi hev re” diyar kir.
Hûnermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) hatin gelhev û bi heman dirûşmeyê strana hilbijartinê jî amede kirin û gotin.
Gotinên strana jinên MKM’ê amade kirin wiha ye:
“Jin zarok û ziman e
Hêza hezar salan e
Ax û av û giyan e
Em hêviya gelan e
Bi tîna agirê Adarê
Silavek bidin biharê
Berxwedana jinên azad
Ronî da zindan û qadan
Gava jin daket kolanan
Reng daye gund û bajaran
Ew yê me ne,ne yê we ne
Şar û bajar tev yê me ne
HDP partiya jinê ye
Jin xwediya welatê xwe ye
Em bi ceng û hewar in
Dîroka nifşê ciwan in
Nîşana li ser alan in
Destana jinên şepal in
Li hemberî rûreşiyê
Em in mohra azadiyê