Meclîsa Jinan a HDP’ê dê dirûşma xwe ya hilbijartinê diyar kir 2019-02-10 13:52:21   AMED -  Meclîsa Jinan a HDP’ê, dirûşmeya xwe ya hilbijartina herêmî diyar kir. Meclîs dê bi dirûşmeya “Jin bi hev re” dakeve qadan.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna danasîna namzetên hevşaredarên jin ên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de,  ji bo hilbijartina herêmî dirûşmeya xwe ya“Jin bi hev re” diyar kir.    Hûnermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) hatin gelhev û bi heman dirûşmeyê strana hilbijartinê jî amede kirin û gotin.   Gotinên strana jinên MKM’ê amade kirin wiha  ye:    “Jin zarok û ziman e  Hêza hezar salan e  Ax û av û giyan e  Em hêviya gelan e   Bi tîna agirê Adarê  Silavek bidin biharê   Berxwedana jinên azad Ronî da zindan û qadan Gava jin daket kolanan Reng daye gund û bajaran    Ew yê me ne,ne yê we ne  Şar û bajar tev yê me ne  HDP partiya jinê ye Jin xwediya welatê xwe ye    Em bi ceng û hewar in  Dîroka nifşê ciwan in  Nîşana li ser alan in  Destana jinên şepal in    Li hemberî rûreşiyê Em in mohra azadiyê