Meclîsa Jinên Ciwanan a HDP’ê bi jinên ciwan re kom bû

  • 17:31 9 Sibat 2019
  • Rojane
MÊRDÎN -  Meclîsa jinên Ciwanan a HDP’e ya Mêrdînê, Konferansa Jinên Ciwanan a ku li Amedê bê li dar xistin beriya wê li Mêrdînê bernameya fîlm û stranan li dar xist.
 
Meclîsa jinên Ciwanan a HDP’e ya Mêrdînê, Konferansa Jinên Ciwanan a ku li Amedê bê li dar xistin beriya wê li Mêrdînê bernameya fîlm û stranan li dar xist.  Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û jinên ciwan tevlî bûn. Di serî de fîlma bi navê “Kevirê Sebrê(Sabır Taşı)” hat temaşekirin. Piştî temaşekirina fîlma “Kevirê Sebrê” jinan li ser wê nîqaşan kirin.
 
Piştî nîqaşkirina fîlmê Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, bang jinan kir ku di 17’ê Sibatê de li Amedê Konferansa Jinên Ciwanan a ku tevlî bibin.
 
Piştî nîqaşan bi erbane stran hatin gotin. Bername bi govend gerandinê bi dawî bû.