Berxwedana Xelfetiyê: We dagir kir lê em li vir in
- 11:53 7 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Di roja 4'an a berxwedana ku li ber Şaredariya Xelfetiyê berdewam dike de peyama "We dagir kir, lê em li vir in. Em naçin ti cihî" hat dayîn.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiya Rihayê hat kirin, berxwedana gel bi hemû heybeta xwe dewam dike. Berxwedan û nobeda li dijî qeyûman di roja 4’an de berdewam dike, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu bertek nîşanî rewşa ku wesayîtên zirxî li cihê nobetê lê dihat girtin da û got, "We şaredarî û îradeya gel dagir kir. Lê em li vir in û em naçin cihekî."
Li ser vê yekê polîsan gav paşde avêtin û maşîna zirxî ji qada gel dûr xistin.
Berxwedana gel wê tevahiya rojê bi bernameyên cuda dewam bike.