HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin

  • 16:37 9 Sibat 2019
  • Rojane
ÊLIH - HDP’ê, namzetên Hevşaredarên Bajaroka Giresîra Êlihê bi gel dan nasandin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên Hevşaredarên Bajaroka Giresîra Êlihê Halîme Aydin û Ejder Sarigul bi gel dan nasandin. Namzetên HDP’ê piştî li şaredariyê hatin pêwazîkirin, bi konvoyek mezin a bi dehan wesayît li nava bajêr tûr avêtin. Konvoya HDP’ê ya rastî eleqeyek mezin a gel hat û bi tevlîbûn bi sedan kes girse li qadekê kom bûn. Ciwan derketin ser avahiyan û destên xwe ji HDP’iyan liba kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê namzetên Hevserokên HDP’ê yên Bajarokê Aydin û Sarigul bi gel hatin nasandin. Namzetan diyar kirin ku ewê bi piştgiriya gel carek din dê bajaroka xwe bibin serkeftine. 
  
Parlemeterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, di danasînê de axivî û wiha got: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 94 rojin di greva birçîbûnê deye. Çalakiya Guven li hemû cîhanê deng vedaye. Heya ku tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya xwe berdewam bike. Lê dewlet vê yekê fêm nake. Emê bi hevre vê tecrîdê bişkînin. Yekitî û bihevrebûna me dê me bibe serkeftinê.  Yekitiya me dê qezenc bike. Emê qezenc bikin.”
 
Piştî axaftina Necdet, girseyê guvend geran û dirûşmên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz kirin.