Zarokên ku bêriya lîstikên li Efrînê dikin

  • 09:08 9 Sibat 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne û di bin xaniyên hilweşandî hem dilîzin hem jî perwerdeya dibistanê dibînin, tînin ziman ku ew bêriya lîstikên li Efrînê dikin û dibêjin ku ew dixwazin Efrîn rizgar bibe û dîsa lîstikên xwe li wir bilîzin. 
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran welatiyên Efrînê li kampên Şehbayê bi cih bûn. Gelê Efrînê yê ku li Şehbayê bi cih bûne tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm têkoşîna jiyanê didin. Yên ku herî zêde ji êrişan bi bandor bûn jî zarok bûn. Zarokên Efrînê yên ku bûn şahidên êrîş û tundiyên mezin anîn ziman ku ew dixwazin vegerin mala xwe ya li Efrînê û Efrîn bê rizgarkirin. 
 
'Min bêriya lîstikên xwe yên li Efrînê kiriye'
 
Zaroka bi navê Rîme Îsa hestên xwe wiha anî ziman:"Pêlîstokên ku li Efrînê min pê dilîst li Efrînê man. Min bêriya lîstik û pêlîstokên xwe yên li Efrînê kiriye. "
 
'Em dixwazin vegerin mala xwe ya li Efrînê'
 
Zaroka bi navê Hesna Cemîl wiha got:"Em weke zarok dixwazin ku vegerin mal û dibistanên xwe yên li Efrînê.  Em niha li Şehbayê dijîn gelek nexweşî di nav me de belav bûne. Ez û hevalên xwe li ser xaniyên ku  hilweşîne dilîzin û wêneyan xêz dikin, lê weke zarok xwesteka me ew e ku em vegerin mala xwe û bi pêlîstokên xwe bilîzin."
 
'Em li ser xaniyên hilweşiyayî dilîzin'
 
Zaroka bi navê Gulê Birko jî wiha dibêje: "Em li ser xaniyên hilweşî dilîzin. Ez û keça apê xwe bi hev re dilîzin. Em dixwazin dîsa em bi pêlîstokên xwe yên li Efrînê bilîzin."