Greva birçîbûnê li Mexmûrê ji aliyê koma 19'emîn ve hat dewrgirtin
- 16:28 8 Sibat 2019
- Rojane
MEXMÛR - 20 ciwanên ji kampa penaberan a Mexmûrê bi awayeke girseyî çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê dewir girtin. Fadîle Tok şehîdên berxwedana Xweseriya Demokratîk ya Bakurê Kurdistanê bibîranî û ji bo têkbirina komployê bang li gelê bakurê Kurdistanê kir ku dagirkeriya dewleta tirk li bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de têk bibin û tarîtiya Sibatê bi çirînin.
Welatiyên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok jî 20 roje di greva biçrîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ye. îro koma 19'emîn ku ji 20 ciwanên Mexmûrê pêktê, çalakiya greva birçîbûnê dewir girtin. Çalekgerên greva birçîbûnê şehîdên Xweseriya Demokratîk a bakurê Kurdistanê bi bîr anîn.
Fadîle Tok bi navê çalakgeran axaftinek kir. Fadîl di destpêka axaftina xwede şehîdên berxwedana Cizîra Botanê bibîranîn û got; “Mehmed Tunc digot, 'eger di vê oxirê de serê me jî biçe, em ê çok li ber dewleta tirk daneynin'. Ev gotinên Mehmed Tunc hîn di guhê me de ne û em ji bîr nakin. Berxwedana Mehmed Tuncan, Sêvê û Asyayan Gelê Kurd xurttir KIR.”
Fadîle Tok bi navê çalakgerên Mexmûrê hemû çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin k û got; “Banga min bi taybet ji bo bakurê Kurdistanê ye, pêwîste em vê meha reş ji ser xwe bavêjin û Adarê wisa pêşwazî bikin. Çawa Kawayê Hesinkar Dehak têk bir û çiraya azadiyê pêxist, pêwîste em jî tarîtiya Sibatê bi çirînin. Dewleta faşîst bi dagirkeriyê hemû deriyên çareseriyê girt, divê em jî di hilbijartinên li pêş me de dagirkeriya wan a li Kurdistanê têk bibin.”
Piştî axaftina Fadîle Tok çalakger bi dirûşmên, “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe” çalakî dewir girtin.
Ji 20 çalakgerên greva birçîbûnê 11 jê jinin û di çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê de jin eleqeyeke taybet nîşanî çalakiyê didin û beşdar dibin.