Biryara dûrxistinê Saja neparast

  • 13:22 8 Sibat 2019
  • Rojane
BOLU - Mêrê bi navê Haydar Fadil Haşim ê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn, Saja Mansur a bi wî re zewicî qetil kir. 
 
Jina bi navê Saja Jamel Mansur (29) ya ji Iraqê û li Boluyê dijiya ji aliyê mêrê bi navê Haydar Fadil Haşim ê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn, hat qetilkirin. Hefteya borî Saja anîbû ziman ku ew bi şidetê rû bi rû dimîne û ji jiyana xwe bi guman e. Loma derbarê Fadil de biryara dûrxistinê hatibû dayin. 
 
Haydar Fadil ê ku derbarê wî de biryara dûrxstinê hatibû dayin do di saetên şev de Saja Jamel qetil kir. Piştî bûyerê Haydar Fadil hat binçakirin û Saja Jamel jî rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya İzzet Baysal.