Leyla Guven ji Şaredariya Parîsê re name şand

  • 11:55 8 Sibat 2019
  • Rojane
AMED - Bi dengê zêde yên endamên meclîsê Şaredariya Parîsê "hemwelatiya rûmetê" dabû Leyla Guven. Leyla Guven ji Şaredariya Parîsê re name şand û got ku di pêvajoyeke wiha de piştgiriya bi gelê Kurd re ji bo kevneşopiya dîrokî û rihê kominitiya Parîsê girîng e. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 93'an.  Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven her ku diçe zêde dibe. Bi dengê zêde yên endamên meclîsê di 5'ê Çileyê de Şaredariya Parîsê "hemwelatiya rûmetê" dabû Leyla Guven. Leyla Guven jî,  ji Şaredariya Parîsê re name şand.
 
Peyama Leyla Guven wiha ye:
 
"Serok û Endamên Şaredariyê yên hêja;
 
Ez ji Amedê heta Parîsê bi rihê serhildêr ji we re slav û hezkirina xwe bi rê dikim. Ez gelek xemgînim ku dema ez dibêjim Parîs 3 jinên Kurd ên siyasetmedar tên bîra min. Sakîne, Fîdan, Leyla... Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjim ku ez hêza çalakiya xwe ya ku ev 93 roj in didome, ji wan digirim. 
 
Ji ber ku îktidara faşîst a AKP-MHP'ê hemû civakê û medyayê tehdîd dike em nikarin li vir dengê xwe bi kesekî bide bihîstandin. Di demek wiha de biryara ku meclîsa şaredariya we ji bo da, ez gelek bextewar kir. Ji bo min ev biryar gelek girîng û binirx e. Di pêvajoyeke wiha de piştgiriya bi gelê Kurd re ji bo kevneşopiya dîrokî û rihê kominitiya Parîsê girîng e. Ez bawer im ku ev piştgiriya we dê di rûpelên dîrokê de bê nivîsandin. 
 
Ji ber vê piştgiriya we ya bi wate ez spas dikm û slavên germ û hezkirina xwe ji bo we bi rê dikim."