Hevsroka Koma Partiya Çep a Hamburgê: CPT peywira xwe nayne cih

  • 10:10 8 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamentoya Hamburgê Cansu Ozdemîr diyar kir ku tecrîd biryarek navneteweyî ye û CPT ji dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girtin heta niha peywira xwe neaniye cih. Cansuyê bi lêv kir ku greva di şexsê Leyla Guven de hatiye destpêkirin û belav bûye Tirkiye di qada navneteweyî de kiriye zorê û Tirkiye ji berxwedana grevên birçîbûnê ditirse.
 
Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamentoya Hamburgê Cansu Ozdemîr destnîşan kir ku ji bo tecrîd rabe CPT heta îro peywira xwe neaniye cih û got tecrîd biryarek siyasî ye.
 
Greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe , dabû destpêkirin di roja 93’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku di serî de li girtîgehan, Ewropa û Rojhilata Navîn Belav bû hatiye astek krîtîk û hîna jî Tirkiyeyê di vê mijarê de pêngavek navêtiye. Partiya Çep a Elman (Dîle Lînke) di rojên borî ji bo daxwaza girtiyan bê aqebûlkirin daxwaz kir ku zext li Tirkiyeyê bê kirin û pêşnûmepirs dan Meclîsa Federal. Partiya Çep her wiha daxuyaniyek da û diyar kir ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û muzakere bên destpêkirin.
 
Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamentoya Hamburgê Cansu Ozdemîr ku ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven di rayagiştî de bê bihistin xebatan dimeşîne, pirsên me bersivandin.
 
*Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdê da destpêkirin di roja 93’emîn de ye. Hun çalakiya Leyla Guven çawa dinirxînin?
 
Ji Împaratoriya Osmanî heta niha li hember gelan komkujî pêk hatiye. Dewleta tirk jî ji bo xwe li ser piyan bigire, her tim komkujî pêk aniye, krîz afirandiye. Gelê Kurd her tim bi berxwedanek xurt bersiv da. Bi taybet jî jinên kurd pêşengiya vê kirin. Duh Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan û îro jî Leyla Guven vê pêşengtiyê dike.
 
*Plansaziya we ya der barê çalakiya Leyla Guven ku êdî gihiştiye astek cidî çi ye?
 
Em bi Leyla Guven re di piştevaniyê de ne. Me ev bi gelek daxuyaniyan anî ziman. Me wek partî rewşa Leyal guven û daxwaza wê ya der barê Birêz Ocalan de li Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) anî rojevê. Di heman demê de me bir rojeva Meclisa Federal a Elmanyayê û me bêdengiya CPT'ê ji hikûmetê pirsî. Ji bo peywira xwe bîne cih û der barê vê de me pirs pirsî. Me parlameterên jin di hemû komên femînîst de rewşa Leyla Guven anî rojevê. Hinek hevalên me li gelek deverên Elmanyayê tevlî çalakiyan bûn. Bi çalakiya me li meclîsê pêk anî jî me xwest em peyamê bişînin ryagiştî, hevala Leyla û hevalên din yên di grevê de. Me xwest em peyama ‘daxwaza we daxwaza me ye’ bdin. Lê di rayagiştî ya Elmanyayê de bêdengiyek heye. Elmanyayê pir kêm grevên birçîbûnê nivîsî. Tevî hatiye asta krîtîk bêdengin. Me bi rojnamegeran re hevdîtin kir û em hewl didin vê asta krîtîk vebêjin.
 
*We wek partî li parlamentoyê ji bo Leyla Guven çalakiya îtîatiya sivîl pêk anî. Hun vê têr dibînin?
 
Ev xebatên me yên partiyê ne, lê ji derveyê partiya me parlamenterên kurd jî xebat dan meşandin. Ewil min û hevalên xwe yên parlamenterên meclisa Federal Gokay Akbulut û Helîn Evrîm Sommer bang li hikûmetê kir. Di asta duyem de me parlamenterên jin yên kurd bang li hemû parlamenterên jin yên parlamentoya eyaletê kir û van rojan jî em ê dîsa bangekê bikin.Bêguman ev têr nakin. Divê em xwedî li hevalên xwe yên di grevê de ne derkevin. Xwedîderketina li vê berxwedanê peywira me hemûyane. Bi taybet jî peywira jinan e. 
 
Hevalên me roj bi roj dihelin. Temaşekirina vê tê wateya ku pênûsa dîrokê dinivîse, ji hinekên din re hiştine. Dema tecrîd bê şikandin ez dikarim bersiva vê bidim lê niha ne mijara gotinê ye.
 
*Hun Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de lîderekî çawa dibînin?
 
Birêz Ocalan ji aliyê mîlyonan kesî ve lîderekî wek îrade tê dîtinê ye. Ji aliyê gelek aliyên cîhanê e jî wek fîlozofekî girîng tê dîtin. Birêz Ocalan en tenê ji bo gelê Kurd û Tirk, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn lîderekî xwedî hêza çareseriyê ye. Mînak afrînerê şoreşa li Rojava, Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. 
 
*Belê, li gorî we tecrîda li hemberî rêberê gelekî ku wek îrade dibînin Abdullah Ocalan, di hiqûqa naveneteweyî û mafê mirovan de cihê wê heye?
 
Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha şer û kaos kûr dibe. Mirov dimrin. Tên qetikirin. Bi awayekî aşkera hewl tê dayîn Birêz Ocalan bê bêdengkirin. Rastiya ku Birêz Ocalan ji bo hemû gelan rizgariya ji aliyê dewleta Tirk û hêzên derve ve tê zanîn. Ji ber vê jî polîtîkayek taybet tê meşandin. Hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin vê polîtîkayê. Çareserî û Netewa Demokratîk wek xetere dibînin. Li hember HDP’ê êrîşên giran pêk tên. Îradeya gel yên hatine hilbijartin tên girtin. Ev hemû girêdayê tecrîdê ne. Bêdengiya CPT jî divê wisa bê nirxandin. Ji roja Birêz Ocalan hatiye girtin heta niha CPT peywira xwe neaniye cih. Ev biryarek siyasiye.
 
*Rol û helwesta Elmanyayê ya li dijî tecrîda li hember Abdullah Ocalan çi ye?
 
Partiya min li Meclîsa Federal ji hikûmeta Elmanyayê pirsa ‘Der barê rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan de ku li Îmraliyê girtiye, hikûmeta Federal xwedî kîjan agahiyan e? û ‘Hikûmet ji bo CPT biçe serdana Leyal Guven de wê CPT bike tevgerê?’ pirsî. Wezîrê Dewletê yê ji Karê Ewropa Berpirs yê Elmanyayê Mîchael Roth jî bersivek nivîskî da.Roth di bersivê de bang li Tirkiyeyê kir û daxwaz kir ku hikûmeta Tirkiyeyê tecrîda li ser Îmraliyê bê rakirin. 
 
*Hun helwesta CPT, PE û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?
 
Dewleta Tirk ji grevên birçîbûnê ditirse. Ger netirsiyabûna wê di derketina girtîgehê de ji gel nerevandana. Netirsiyabûna wê bi TOMA’yan êrîşê gel nekiriba. 
 
*Demek berê li ser daxwaza rayedarên dewletê Mehmet Ocalan bi Abdullah Ocalan re hevdîtine kir. Lê daxwaza Leylayê hevdîtinên bi rêk û pêk bû. Li gorî we grevên birçîbûnê wê Tirkiyeyê bide zorê?
 
Bêguman dide zorê. Li gelek welatên Ewrpayê rayedarên hikûmet û parlamenteran, heta parlamentoya Ewropayê bang kir. Der barê rakirina tecrîdê de ez difikirim ku zorî li Tirkiyeyê tê kirin.