Ji bo malbatên ku xwestin cenazeyên xwe bigirin ‘şerta walîtiyê’
- 09:40 8 Sibat 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Malbatên kesên di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dane, ev 3 salin nikarin cenazeyên xwe bigirin û herî dawî Walîtiyê ji bo malbatên biçin goristana riya wê tune şerta ‘Em wesayîtê nadin. Ji malbatê du kes dikarin biçin cenazeyê bigirin’ danîn.
Li Cizîr a Şirnexê 3 sal berê qedexeya derketina derve hat îlankirin û di qedexeyê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Di qedexeya ku 3 mehan berdewam kir de bi dehan cenazeyên hatin teşîskirin jî bi hinceta qedexeyan li goristan li Şirnexê hatin definkirin. 45 gorên kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan li Goristana Ziyareta Nâla Rû hat definkirin. Malbatên ji bo cenazeyan bigirin serî li Walitiyê dan, diyar kirin ku nav jî li ser goran nehatiye nivîsin.
Walîtî: Ji malbatê du kes dikarin bên
Serlêdanên malbatan bi hincetên cuda nehatin qebûlkirin. Malbatan diyar kirin ku di serlêdana dawî ya Walitiyê de, Walitiyê şert û merc yek bi yek rêz kirine û şertên ku dikarin cenazeyan ji wir derxin dane pêş û gotiye ku tenê ji malbatê du kes dikarin bên.
Walitiyê du şertên wisa da pêş malbatan:
*Em ê cenazeyan bidin, lê divê ji malbatê du kes hebin û wê demê polîs û leşker jî wê ligel we bin.
*Em ji bo cenazeyên tê derxistin wesayîtê nadin. Hun ê wesayîta xwe bînin.
‘Ev ne wijdaniye’
Malbatan bertek nîşanê şertên hatine danîn dan û diyar kirin ku riya goristanê tune ye, ewi bixwe bi zor diçin, wê wesayît çawa biçe. Malbatan daxuyakirin ku gelek cenaze li wir hene, lê li dora goristanê têlek jî tune ye û wiha got: “Li goristanê av tune ye. Rê tune ye. Nav jî li goran nenivîsine. Em gelek bêzar bûne. Em naxwazin bi du kesan cenaze bigirin. Ev bêwijdanî ye.”