ROJEVA 8'Ê SIBATA 2019'AN

  • 09:00 8 Sibat 2019
  • Rojev
* Çanda deqa ya ku ji bo jina wekî nîşaneya bedewiyê ye bi salan e ku didome. Li Kurdistanê jî bi taybet jinan çanda deqê li ser lingan hiştin. Jina bi navê Zekiya Ebdulkerîm a ku hîn şopa deqan li ser rûyê wê hene wiha dibêje:"Çanda deqê bi salan e didome. Li ser deverê di bin maneyên cuda de jinan deq li canê xwe çê kirine." DÎMEN HEYE
 
* Nexweşxaneya Arî ya li Qamişloyê berî çar salan ji aliyê Weqfa Jina Azad hat avakirin. Xebatkara Nexweşxaneya Arî Besina Melek derbarê girîngî û xizmeta nexweşxaneyê de got:"Ji bo xizmeta tenduristiyê ya herî baş em hewl didin."DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku wê di 10’ê Sibatê de li Amedê bi Encamnama Hilbijartinê ya Jinê re îdiaya xwe danin holê û wih agot: “Hedef û perspektîfa me ev ku faşîzma ku hewl tê dayîn bê mayîndekirin, bê sekinandin.”
 
*Malbatên kesên di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dane, ev 3 salin nikarin cenazeyên xwe bigirin û herî dawî Walitiyê ji bo malbatan , ji bo goristana riya wê tune şerta ‘Em wesayîtê nadin. Ji malbatê du kes dikarin biçin cenazeyê bigirin’ danîn.
 
*Jinên berxwedêr ên SÎBAŞ’ê diyar kirin ku dewlet û patron li dijî karkeran bûne yek û wiha gotin: “Beriya hilbijartinê ye. We çi kir hun ê wê bibînin. Li her derê berxwedan heye. Bila dewlet tenê piştgiriyê nede patronan. Ev berxwedan jî nîşaneya ku karker hişyar bû ne ye.” BIDÎMEN
 
*Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamentoya Hamburgê Cansu Ozdemîr diyar kir ku tecrîd biryarek navneteweyî ye û CPT ji dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye girtin heta niha peywira xwe neaniye cih. Cansuyê bi lêv kir ku greva di şexsê Leyla Guven de hatiye destpêkirin û belav bûye Tirkiye di qada navneteweyî de kiriye zorê, Tirkiye ji berxwedana grevên birçîbûnê ditirse.