Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
- 17:16 7 Sibat 2019
- Rojane
QAMIŞLO / KOBANÊ - Li Qamişloyê û Kobanê bi boneya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî çalakî hat lidarxistin û komplo hat şermezarkirin. Her wiha Kongreya Star derbarê komployê de deklarasyon bi raya giştî re parve kir. Li Qamişloyê ji aliyê Endama Koordinasyona Kongreya Star a Rojava Derya Henan, Li Kobanê ji Endama Kongreya Star Nesrîn Xelîl ve deklerasyon hat xwendin.
Bi dirûşma "Em ê tecrîdê û faşîzmê têk bibin netewa demokratîk mîsoger bikin" Kongreya Star li Stadyoma Heysem Kiço ya Taxa Bişêriyê ya Qamişloyê çalakî li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û komplo hat şermezarkirin. Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Daxuyanî hat xwendin û ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Daliya Henan ve hat xwendin.
Li ser navê Kongireya Star ya Herêma Cizîrê Foza Yûsif komploya navnetewî şermezar kir û wiha got; “em hemî bi hevre berxwedana hevalên xwe yên zindana silav bikin. Ev 20 sal li ser komploya navnetewî darbas dibe, dixwazin ku vîna gelê kurd, jin û gelê Rojhiata navîn di şexsê Rêber Apo de çarmix bikin. Da ku vîna gelan bişkînin, lê belê gelê me bi biryareke mezin berxwedanî pêş xistin."
Di dawiyê de Fozayê got ku wê her dem jin bi sekneke bi hêz li himberî faşîzim û neheqiyê derbikevin û wiha got; “Her wiha hêzên komplo ger xwestin ku jinan careke din mehkûmî nava çar dîwaran bikin, li himberî vî tiştî gelêû jinên Rojhilat û Bakûrê Sûriyê bi serokatiya xwe ve girêdayî ye.”
Çalakî bi dirûşmeyên “bê serok jiyan nabe” bi dawî dû.
Kobanê
Jinên Herêma Firatê bi daxuyaniyekê li Kobanê jî komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Bi hezaran jinên herêma Firatê ên Kobanê, navçe û Gundê wê, Kantona Girê Sipî, Bajaroka Sirîn û Eyna Îsa yê li parka 19`ê Tîrmehê a KantonaKobanê kombûn û siloganên` Bi Sekna Leyla, Rihê Şêladizê Em ê Koployê Hilweşînin, Sonda Me Ye, Emê Pergala Îmralî Parçe Bikin Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn û Em ê Tecrîd û Faşîzmê Têk Bibin Netewa Demokratîk Misoger Bikin` hatin berzkirin. Wêneyên Leyla Guven û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û ji aliyê Rêxistina Kongira Star ve daxuyaniyek nivîskî bi zimanê kurdî û Erebî hat dayin.
Daxuyanî bi deqeyek rêzgrtin dest pê kir. Paşê bi navê Kongira Star Mizgîn Xelîl bi kurdî û Ibtîsam Casim daxuyanî bi Erebî xwend.
Piştî daxuyaniyê Asiya Adullah bi nave Rêxistina Kongira Star a Bakur û Rojavayê Sûriyê komploya 15ê Sibatê şermezar kir û wiha got "Berdewamikirina Kopiloyê dagirkirina Efrînê ye. Em hemû êrîş û tecrîda li ser gelê kurd nelet û şermezar dikin. Dê berxwedanî a gelê kurd be."
Deklerasyona Kongreya Star parve kir wiha ye:
"Komploya navneteweyî 20 sal li pey xwe hişt û bi 9'ê Cotmehê ve ket salvegera xwe 21'an. Ji 15'ê Sibata 1999'an de weke 'Roja Reş' derbasî rûpelên dîrokê bû. Ev dîrok di heman demê de ji bo Kurdan û mirovahiyê lekeyek reş e. Em kesên ku tiliya wan di nava vê komployê de hene şermezar dikin. Em dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin.
Wek tê zanîn, hêzên gerdûnî, heremî û xwecihî yên paşverû ku li Kurdistanê di kiryarên xwe yên qirker de ti sînoran nasnakin, li dijî Rêberê me êrîşkariya herî mezin a dîroka mirovahiyê pêşxistin, DYE weke aktorekî sereke di vê êrîşê de cih girt, Îsraîl, Yûnanîstan û Rûsya jî beşdar bûn. Heman êrîş bi tevlîkirina hêzên paşverû ve, bê ku ti sînorên exlaqî û hiqûqî nas bike, ev 20 sal e bi rengekî bê eman û hovane tê domandin. Rêber Apo ev 20 sal'in li girtîgeha Îmraliyê di nav sîstemeke tecrîdê de, di nav zextên herî mezin tê hiştin. Di dîrokê de ti mînakeke wê ya din nîne. Hêzên paşverû yên modernîteya kapîtalîst û statûkoya herêmê hewil dan ku bi vî rengî bikaribin di şexsê Rêberê me de ji gel, jinan, ji ciwanan û ji hemû azadîxwazan tolê hilînin. Armanca komplogeran ew bû ku bikaribin li pey dîlgirtina Rêbertiyê PKK'ê, tekoşîna gelê Kurd û pêşengtiya jinên Kurd yên li heremê ji holê rabikin. Komplo di cewherê xwe de li hemberî rastiya; "Jina azad, jiyana azad û civaka azad" jî weke destwerdanekê ket meriyetê. Ji ber ku tekoşîna azadiya jinê li hember sîstema serdestiya zilam jî pêngaveke bi biryar û ya azadiyê bû. Lê belê Rêbertiya me bi tekoşîna xwe ya 20 salan ya li Îmraliyê hemû armancên komplogeran vala derxist. Li dijî hemû ferzkirinên dagirkeran bi avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê derseke dîrokî da dagirkeriyê û hesabê komploya bêbext ji wan pirsî. Di encama vê yekê de tesfiyekarî bi xwedî lê derketina xeta Rêber Apo hat tasfiyekirin. Di hêla siyasî û leşkerî de destkeftiyên mezin hatin bi destxistin. Gelê Kurd jî bi pêşengtiya jinan, bi rihê berxweda dîrokî ya ji Rêbertiya xwe wergirtî, bi armanca parastina hebûn û azadiya xwe; 'Şerê Gel ya Şoreşgerî' bi biryarî gihiştina pêşeroja azad dan destpêkirin. Divê baş bê zanîn ku belaya bi navê DAIŞ'ê jî bi armanca domandin û biserxistina komployê li ser gelên herêmê û bi taybet li ser jinan hat ferzkirin.
Çawa ku di hemû demên dîrokê de yên zalim û zûlimkar, nekarîne li hember vîna mafdaran bi ser bikevin û çawa ku di xwîna ku rijandî de hatibin fetisandin, îro jî dagirker û neyarên gelê Kurd, dê negihêjin armanca xwe. Çawa ku ev 20 sal e hemû hewildanên komplogeran hatibe valaderxistin, ji niha û şûn ve jî rêya bi tenê ya têkbirina komployê bi şêweyekî hîn bi rêxistinkirî û bi zanebûneke hîn xûrt, bilindkirina tekoşînê ye. Îro destkeftên me ji her demê zêdetire. Komplo ne tenê bi serneketiye, her wisa mafdariya tekoşîna rewa ya gelê Kurd hîn bêhtir derxistiye holê û piştrast kiriye. Lewma divê sala 21.ê Ji bo me bibe sala bi temamî ji holê rakirina plangeriya navdewletî. Di nava 20 salên borî de jinan bi sekna xwe ya pêşengî û bi tekoşeriya xwe, ev biryardariyê derxistin holê. Îro jinên bakur û rojhilata Sûriyê bi pêşengtiya jinên Kurd ji eniyên şer bigre heya qada siyasî, ji xebatên rêxistina civakî bigre heya parastina cewherî, di hemû qadên jiyan û tekoşînê de xwedî li erkên xwe yên pêşengiyê derdikevin û ev rista pêşengî ji hêla cîhanê piştgiriyeke mezin dibîne.
Jinan bi vî rengî girêdanên xwe yên bi Rêber Abdullah Ocelan bi pêşxistin û pêşengiya tekoşînê tacîdar kirin. Ji ber vê çendê 21. Salvegera komployê wê ji bo me jinan bibe sala bicivakîkirina hevpeymana li gel Rêbertî û bi jiyanîkirina 'hevpeymana civakî'. Ji bo vê yekê erkên îsal yên li pêşiya me gelekî zelal û eşkere ne. Beriya her tiştî em ê li hemberî her cûre êrîşan, bi pêşengiya jinan vîna parastina cewherî derbixin pêş û bi vê pêşengiyê şerê gel ya şoreşgerî, heya gihiştina serkeftinê bilind bikin.