Nivîskara femînîst Gargallo peyam ji Leyla Guven re şand

  • 16:34 7 Sibat 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara femînîst Francesca Gargallo ji bo piştevaniyê peyam ji Leyla Guven re şand û got,''çalakiyeke mezin a wêrekiyê ye.''
 
Nivîskara femînîst a bi eslê xwe ji Meksîkayê ye, Francesca Gargallo ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku ev 92 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de peyama destekdayinê şand.
 
Gargallo di peyama xwe de wiha got:
 
''Leyla, jiyana te ji bo femînîstan girîng e. Çimkî tu bi bîra me dixî, li gel redkirina îşkence, tecrîda li girtîgehê û mafê jiyanê ya bi aştî, her wiha ji bo ku em li dij baviksalariyê derkevin divê em bedana xwe bidin ber mirinê. Ji bo azadiya girtiyekî ku ji mirovan re bûye hêvî, bi greva birçîbûna jiyana xwe kirine xeterê, çalakiyeke mezin a wêrekiyê ye.''