Duyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Êzidî bi dawî bû

  • 09:19 1 Sibat 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Duyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê û bajarê Helebê ya bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna Jinên Êzidî mezintir bikin" dest pê kiribû bi dawî bû.
 
Li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê duyemîn Konferansa Jinên Êzîdî ya bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna Jinên Êzidî mezintir bikin" dest pê kiribû bi dawî bû. Bi tevlîbûna nûnerên Yekîtiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê, Tevgeran Jinên Şengalî, sazî û rêxistinên sîvîl, Kongreya Star û gelek kesan, konferans hat lidarxistin. Rapora xebatên Yekîtiya Jinên Êzidî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Binevş Sîdo ve hat xwendin.
 
Di rapora xebatê de ev xebatana cih girt:
 
*Komîteya Çand û Hunerê tevlî gelek şahî û çalakiyan bûn
*Dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin. Di nav dewreyên perwerdeyê de perwerdeya ji bo zarokan jî cihê xwe girt. 
*Komîteya Lihevanînê gelek pirsgirêkên Êzidiyan çareser kir
*Komîteya Malbatên Şehîdan bi pirsgirêkên Malbatên Şehîdan eleqeder bûn û serdana wan kir
*Serdana Navenda Yekîtiya Jinên Êzidî ya Helebê hat kirin
*Bi dehan rêveberî tevlî dewreyên perwerdeyê bûn
 
Paşê rêziknameya Yekîtiya Jinên Êzîdî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Gulê  Cafer ve hat xwendin û li ser hat nîqaşkirin. Di berdewamiya konferansê de hilbjartinên Koordinasiyona Yekîtiya Jinên Êzîdî hat çêkirin. Bi vê yekê sê koordinasiyon dudu ji Kantona Efrînê 'Meryem Cindo, Ayîşa Sîdo' û ji Helebê'Raniya Cafer' hatin hilbjartin.
 
Di dawiya Konferansê de ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya bajarê Helebê Roşîn Xelîl daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em hêvî dikin ku konferansên bi vî rengî dê rê li aştî û azadiya mayinde vebike û Gelê Kurd dê her dem bi awayekî azad û serbixwe bijîn."
 
Konferans bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Rêber Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.