Saziyên çandî û hunerî piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê kir
- 14:49 7 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çand û hunerî berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku ew ê bi çalakiyên xwe yên hunerî û çandî zîhniyeta qirkirinê têk bibin.
Endamên Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-CAND), Komîna Şano, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê kom bûn. Saziyan bi daxuyaniyekê desteserkirina 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Hevserokê Komîna Şanoyê ya kantona Cizîrê Kawa Fetah daxuyanî xwend.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Pêvajoya ku em tê re derbas dibin ji bo civaka me pêvajoyeke dîrokî ye. Em di asteke têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya bilind de dijîn. Lewma peywerên me ji her demê zêdetir dibin. Di vê serdema dîrokî de ji herî alî ve êriş li ser hebûna me hene.
Dijmin bi her awayî dixwaze vîna me têk bike. Bi hemû rêbazên hovane di nava şerekî topyakûn de li ser gelê me bi hişmendiyeke faşîst dixwaze polîtîkayên xwe yên qirkirinê li ser gelê me ferz bike. Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetê, berî wê li Colemerg Esenyurtê û dorpêçkirina şaredariyên yek ji siyasetên şikandina vîna gelê me ye.
Bi vê yekê dixwazin vîna gelê me bi dest bikin. Bi girtina şanoger, muzîkjen, hunermend, hozan, ciwan, jin, zarok û kesên temenmezin, dixwazin gelê me bêdeng bikin. Lê ji bîr kirin ku gelê bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî wê tu carî teslîmî polîtakayên qirkirinê nebe. Dê bi rihê Rojgir, Hêlîn û Asya tevahî qadan bikin qadên têkoşînê û bi rihê gelê şer ê şoreşger qadan bikin qadên serhildanê.
Ji vir ji qada têkoşînê ya Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêza xwe zîhniyeta qirkirinê û faşîzmê tune bikin."