Li Xelfetî tevî dorpêça polîsan jî civîna meclîsê pêk hat
- 15:34 7 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Civîna Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî pêk hat. Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram di civînê de axivî û got: “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin." "
Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê di roja 4’emîn de berdewam dike. Şêniyên navçeyê yên her roj tên pêşiya şaredariyê, bertekên xwe nîşan didin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiyê hat kirin, di bin serokatiya Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan de, civîna meclîsa şaredariyê ya meha Mijdarê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî pêk hat. Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din beşdar bûn.
Axaftina vekirinê ya civînê ji aliyê Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ve hat kirin. Mehmet Karayilan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û peyam da ku tevî qeyûmê dê di nava gel de bin.
Hevşaredara Xelfetî Saniye Bayram jî wiha got: "Tişta ku gel ji me xwest, tenê şandina qeyûm bû. Li gel hemû astengiyan me bi gelê xwe re li ber xwe da û em bi ser ketin. Em bi îradeya azad li qadan xebitîn. Em bi berxwedanê bi ser ketin. Em ê axa xwe rizgar bikin, em ê li ser piyan bin."
Civîna meclîsê piştî nîqaş û dengdayîna li ser mijarên rojevê yên "Tayinkirina bihayê heqê parkkirinê" û "Tespîtkirina heqê dikanan" bi dawî bû.
Berxwedana gel a li ber avahiya şaredariyê didome.