Duyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Êzidî bi dawî bû 2019-02-01 09:19:04   ŞEHBA - Duyemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê û bajarê Helebê ya bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna Jinên Êzidî mezintir bikin" dest pê kiribû bi dawî bû.   Li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê duyemîn Konferansa Jinên Êzîdî ya bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna Jinên Êzidî mezintir bikin" dest pê kiribû bi dawî bû. Bi tevlîbûna nûnerên Yekîtiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê, Tevgeran Jinên Şengalî, sazî û rêxistinên sîvîl, Kongreya Star û gelek kesan, konferans hat lidarxistin. Rapora xebatên Yekîtiya Jinên Êzidî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Binevş Sîdo ve hat xwendin.   Di rapora xebatê de ev xebatana cih girt:   *Komîteya Çand û Hunerê tevlî gelek şahî û çalakiyan bûn *Dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin. Di nav dewreyên perwerdeyê de perwerdeya ji bo zarokan jî cihê xwe girt.  *Komîteya Lihevanînê gelek pirsgirêkên Êzidiyan çareser kir *Komîteya Malbatên Şehîdan bi pirsgirêkên Malbatên Şehîdan eleqeder bûn û serdana wan kir *Serdana Navenda Yekîtiya Jinên Êzidî ya Helebê hat kirin *Bi dehan rêveberî tevlî dewreyên perwerdeyê bûn   Paşê rêziknameya Yekîtiya Jinên Êzîdî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Gulê  Cafer ve hat xwendin û li ser hat nîqaşkirin. Di berdewamiya konferansê de hilbjartinên Koordinasiyona Yekîtiya Jinên Êzîdî hat çêkirin. Bi vê yekê sê koordinasiyon dudu ji Kantona Efrînê 'Meryem Cindo, Ayîşa Sîdo' û ji Helebê'Raniya Cafer' hatin hilbjartin.   Di dawiya Konferansê de ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzîdî ya bajarê Helebê Roşîn Xelîl daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em hêvî dikin ku konferansên bi vî rengî dê rê li aştî û azadiya mayinde vebike û Gelê Kurd dê her dem bi awayekî azad û serbixwe bijîn."   Konferans bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî Rêber Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.