Welatiyên Êlihê li dij polîsan li berxwe didin

  • 15:45 7 Mijdar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Polîsan êrîşî girseya ku li Êlihê li dijî qeyûman nobet digirt, kir. Gelê Êlihê ku li dijî êrîşa polîsan qadên xwe terk nekir, li hemberî polîsan li ber xwe dan.
 
Polîsan mudaxeleyî berxwedana li ber Şaredariya Êlihê ya ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, kir. Girseya piştî meşê li ber şaredariyê kom bû li taxan bi çepik û dirûşmeyan berxwedana xwe berdewam kir. Polîsan bi gaza îsotê û ava zextê êrîşî girseyê kir. 
 
Ciwanên berxwedêr bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Piştî êrîşa polîsan girse li Kolana Komando û Gulistanê dest bi berxwedanê kir. Li Taxa Basînê komeke qelebalix bersivê dan êrîşên polîsan.
 
Gel li hember êrişan ranewestiya û li berxwe da.