Li Qamişloyê çalakiya konê greva birçîbûnê dest pê kir

  • 15:48 28 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê çalakiya konê gireva birçîbûnê ji bo piştgiriya Leyla Guven dest pê kir.
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 82'an. Bi pêşengiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven, çalakiya konê gireva birçîbûnê dest pê kir. Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana zindana em ê tecirîdê bişkînin” Kongreya Star a Kantona Qamişloyê çalakiya konê gireva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî dê sê rojan bidome. Konê grevê li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişloyê hat vedan.
 
Bi tevlîbûna endamên komîn, Meclis, Sazî û rêxstinên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çalakiya konê greva birçîbûnê dest pê kir. Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyla Guven û alên Kongreya Star hat xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê dayîka têkoşer Orhan Ayida Xelîl hat kirin. Ayidayê xêrhatina tevahî kesên amade bûn kir û got em ê heta dawiyê piştgiriya berxwedana Leyal Guven bikin.
 
Her wiha daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Xaliya Necar ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ji bo weke jinek kurd daxwazên îradeya bi milyonan Leyla Guven pêk were me dest bi çalakiya konê greva birçîbûnê kiriye. Divê tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em ê jî heta dawiyê piştigiriyê bidin çalakiya Leyla Guven. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye."
 
Çalakiya konê greva birçîbûnê dewam dike.