Kobaniyan salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin
- 16:14 27 Çile 2019
- Rojane
KOBANÊ- Bi sedan gelê Kobanê bi dirûşmA "Bi rihê berxwedana Kobanê Efrîn wê bi serkeve" 4'emîn Salvegera rizgarkirina bajarê xwe û 5'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kirin.
Bi boneya 4'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û 5'emîn salvegera avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelê bajarê Kobanê, şêniyên Girê Spî, Eyn Îsa û Minbic li qada şehîd Egîd kom bûn û şahî li dar xistin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinêbi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sara Xelîl, bi navê YPJ-YPG Heqî Kobanê, bi navê saziya malbatên şehîdan Arif Balî û bi navê Hevserokatiya Meclîsa Sazgonsaz a bakur û rojhilatê Sûriyayê Ebd El-Hamid Mihbaş axaftin kirin. Di axaftinan de 4'emîn Savgera Rizgarkirina Kobanê û Salvegera Damezrandina Rêveberiya Xwseriya Demokratîk hatin pîrozkirin.
Piştre Koma şehîd Botan, Şehîd Gîvara û Şehîd Peyman stran pêşkêş kirin. Her wiha koma govendê ya Kevana Zêrîn û Şehîd Yek ta ya Şanoyê jî lîstkên xwe pêşkêş kirin.
Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a bajarê Minbicê xelat diyarî rêveberiya xweser a Kobanê kir.
Şahî bi gerandina govendê li ber stranên hunermend Murd Hemzo bi dawî bû.