Kobaniyan salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin 2019-01-27 16:14:37   KOBANÊ- Bi sedan gelê Kobanê bi dirûşmA "Bi rihê berxwedana Kobanê Efrîn wê bi serkeve"  4'emîn  Salvegera rizgarkirina bajarê  xwe û 5'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pîroz kirin.   Bi boneya 4'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û 5'emîn salvegera avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gelê bajarê Kobanê, şêniyên Girê Spî, Eyn Îsa û Minbic li qada şehîd Egîd kom bûn û şahî li dar xistin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinêbi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sara Xelîl, bi navê YPJ-YPG Heqî Kobanê, bi navê saziya malbatên şehîdan Arif Balî û bi navê Hevserokatiya Meclîsa Sazgonsaz a bakur û rojhilatê Sûriyayê Ebd El-Hamid Mihbaş axaftin kirin. Di axaftinan de 4'emîn Savgera Rizgarkirina Kobanê û Salvegera Damezrandina Rêveberiya Xwseriya Demokratîk hatin pîrozkirin.    Piştre Koma şehîd Botan,  Şehîd Gîvara  û Şehîd Peyman stran pêşkêş kirin. Her wiha koma govendê ya Kevana Zêrîn û Şehîd Yek ta ya Şanoyê jî lîstkên xwe pêşkêş kirin.   Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a bajarê Minbicê xelat diyarî rêveberiya xweser a Kobanê kir.    Şahî bi gerandina govendê li ber stranên hunermend Murd Hemzo bi dawî bû.