Li Xelfetiyê meş: Qeyûm dizin
- 18:55 7 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Li Xelefetiyê nobeta berxwedana li dijî qeyûman didome. Di meşa pêk hat de balkişandin ser darbeya qeyûm.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê piştî tayînirina qeyûm, nobeta berxwedanê ya hatibû destpekirin bi bernameyên cuda berdewam kir. Welatiyên di nobetê de çop berhev kirin û gotin bila gel li derdorê bi hestiyar be.
Piştre parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Ferît Şenyar û her wiha hevşaredarên Xelfetiyê Saniya Bayram û Mehmeta Karayilan, hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, hevşaredarê Curnêreş Serhan Paydar, hevşaredara Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran jî nav de meşek girseyî pêk hat. Girse ji ber avahiya şaredariyê berbi avahiya DEM Partî ya Xelfetiyê meşiyan.
Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun axivî û got: “Kurd û Tirk bi hev re li Xelfetiyê dijîn. Feraseta xwe bixwe rêvebirinê tercih kirin. Lê qeyûm tayînkirin. Divê ji bo demokrasiyê hemû kes li dijî darbeya qeyûm bin.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Qeyûm dizin’, ‘Jin jiyan Azadî’, ‘Xelfetî ranezê li şaredariyê diz hene’ hatin berzkirin.
Li aliyê din jî nobeta berxwedanê wê sibê jî bidome.