Li Rojava 4'emîn salvegera rizgarkirin Kobanê tê pîrozkirin
- 14:00 27 Çile 2019
- Rojane
KOBANÊ - Îro li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ`ê şahiyek tê lidarxistin.
Bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê şahî hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê tev li şahiyê bûn. Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên rêveberiyên herêma Firatê, rûspiyên êlan, rêveber, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê jî tevli şahiyê bûn.
Her wiha şandeyek ji rêveberiya Minbicê, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Abdlkerîm Sarûxan, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî beşdarî şahiyê bûne.
Li qada şahiyê pankartên bi nivîsa “Bi rihê berxwedana Kobanê, Efrîn dê bi ser bikeve” hatine daliqandin.
Pîrozbahî bi şahî û çalakiyan berdewam dikein