Li Rojava 4'emîn salvegera rizgarkirin Kobanê tê pîrozkirin 2019-01-27 14:00:31   KOBANÊ - Îro li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ`ê şahiyek tê lidarxistin.   Bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê şahî hat lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê tev li şahiyê bûn. Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên rêveberiyên herêma Firatê, rûspiyên êlan, rêveber, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê jî tevli şahiyê bûn.   Her wiha şandeyek ji rêveberiya Minbicê, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Abdlkerîm Sarûxan, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid jî beşdarî şahiyê bûne.   Li qada şahiyê pankartên bi nivîsa “Bi rihê berxwedana Kobanê, Efrîn dê bi ser bikeve” hatine daliqandin.   Pîrozbahî bi şahî û çalakiyan berdewam dikein