Rêxistinên hiqûqê:Divê li dijî tecrîdê gav bên avêtin

  • 16:39 25 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan têkildarî tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin daxuyanî dan û gotin: “Înfaz û tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye. Divê demil dest dawî li tecrîdê bê anîn û gav bên avêtin.” 
 
Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin, Ji bo Demokrasiyê Hiqûqnas (DÎH), Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Parêzerên Beşdar, Parêzerên Azadîxwaz ên Demokrat (TOHAV), têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
'Leyla li dijî nepêkanîna hiqûqê çalakî da destpêkirin'
 
Li ser navê saziyan parêzer Yildiz Îmrek daxuyanî xwend. Yildiz diyar kir ku Leyla Guven li dijî bêhiqûqiyê û nenasîna qanûn a desthilatdariyê canê xwe daniye holê. Yeildiz da zanîn ku çalakiya Leyla Guven gihîştiye asta sînorê mirinê û got: “Leyla Guven li dijî têcrîdkirina Ocalan, pêkanînên li Îmraliyê û rejîma veguheriye Guantanamo û ji bo balê bikişîne ser bêhiqûqiya li ser mirovan mafê xwe yê jiyanê daniye holê.” 
 
‘Rejîma Îmraliyê dijqanûnî ye’ 
 
Yildiz destnîşan kir ku rejîma înfaza li Îmraliyê li ser Ocalan pêk tê li dijî qanûnan û hiqûqê ye û got: “Bi qasî ku înfaz û tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye, di heman demê de li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn û hemû peymanên navnetewî ye. Em jî wek Leyla Guven difikirin û bila demil dest malbat, parêzer û wasî li Îmraliyê  hevdîtinê pêk bînin. Astengkirina hevdîtinê li dijî qedexeyan e.”