Temenekî biçûk dilekî mezin

  • 09:07 23 Çile 2019
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Di jiyana her mirovekî de cîhanek heye, cîhana zarokên Efrînê jî bi êş e ji ber ku ji warê xwe dûr in. Her gotinek li ser lêvên zarokan xwestina vegera ji bo Efrînê ye. Zaroka bi navê Fîdan Muslim ku bi hesreta Efrînê dijî helbestek ji bo Efrînê nivîsand. Di helbesta xwe de daxwaz û hesreta ji bo Efrînê rave dike. 
 
Zaroka 12 salî Fîdan Muslim a ji Kantona Efrînê û niha li Şehbayê bi cih bûye ji bo Efrînê helbestek nivîsand û di helbesta xwe de têkoşîn û êşa ku li Efrînê hatiye jiyîn rave dike. Fîdanê wiha dibêje:"Ji bo çand û bêrîkirina Efrînê min helbest nivîsand."
 
Fidanê wiha got:"Ez gelek ji xwendinê hez dikimm. Niha li dibistana Şehbayê bi zimanê dayika xwed perwerdeyê dibînim. Ez gelek bêriya Efrînê dikim." 
 
Hebesta Fîdanê ya ku ji Efrînê nivîsandiye ev e:
 
Ji Efrînê derketin çiqasî zor bû
Bi nalîn û qêrîn ji Efrîna xwe derketim
72 balafir hatine ser Efrîna min a delal
Efrîn tu nabe ya Erdogan, bila Erdogan çavên xwe bernede Efrînê
Ger bi qêrîna dayika be, bi nalîna zarokan be
Bi xwîna şehidan em ê vegerin Efrîna xwe 
Bi xwîna şehidan be em ê vegerin Efrîna xwe
Efrîna min bila mirin ba lê ne ew ditin ba
Efrîna min tu warê kurda ye her dareke te wê bi YPJ-YPG ve rizgar bibe
Efrîna min tu serî li hemberi hemû dewleta radike
Bila Erdogan nebêje min Efrîn girt ez ê kurdan qir bikim tune bikim
Kurd tune nabin kurd bi fikir,ramanên Serok Apo mezin bûne
Ax Efrîna min ax Efrîna min
 
Helbesta vegera Efrînê
 
Efrîna min wa em hatin çavê xwe veke serê xwe rake wa zarokên te hatin
Carek din zarokên Rojava di dilê xwe ke 
Efrîna min, min soz dabû te ez ê vegerim wa ye ez hatim
Min gotibû ez Efrîna xwe tu carî li ber desta nahêlim wa em hatin Efrîna min
Ji bo ez Efrîna xwe sêwî nehêlim, 
Di xewna xwe de dibînim wek Şehid Avesta, Barîn û Xerîban Efrîn dihat parastin
Em jî wek zarok soz didin şehidên xwe wê her dewleta nikaribe Efrîna min bazar bike
Tucar Efrîna min nayê bazarkirin
Ev der Efrîn e kela berxwedanê ye
Di Efrînê de şer û piling mezin bune 
Efrîn me soz dabu te em ê te rizgar bikin
Em ê te bi ala kesk,sor,zer bixemilînin 
Her şev ez bi nalîna şehîdên xwe dihesim 
Ez tucar nahêlim şehidê min binale
Şehîdên me bi dengekî bang dikin ka Efrîn 
Em jî dibêjin ey şehid wa ye hat Efrîna te
Me çeka şehîdê xwe li erdê nehişt
Ey dewletno bibihîsin bi dengê zarokan ve Efrîn rizgar bû
Ey şehid wa ye zarokên te hatin cejna te pîroz be
Em ê gora we bi xwîna xwe av bidin
Ala kesk,sor zer a YPJ-YPG li ber gora te dînin
Çawa me îro Efrîna xwe dit şehidên xwe dîtin 
Em ê Serokê xwe jî ji zindanê derbixin
Erdogan bibihîse
Dengê me erd û esman dihejîne 
Ez ê her tim bêjim Efrîna min hat Efrîna min hat
 
Di dawiyê de Fîdanê wiha got:"Ez helbesta xwe diyarî hemû Şehîdên Efrînê dikim. Hêviya me mezin e em ê rojekê vegerin Efrînê."