DEM Partiyê starta bernameyên 25'ê Mijdarê da
- 20:08 7 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL- Meclîsa Jinan a DEM Partiyê starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî da. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di bernameyê de axivî û got wê ji bo wekheviyê têbikoşin.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta bernameyên xwe yên bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêk bînin li Kolana Marmara ya navçeya Avcilar a Stenbolê da. Berdevka meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin tevli bûn. Di bernameyê de piştevaniya ji bo Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê jî hatin ragîhandin.
Hevseroka DEM Partî ya Acivalarê Son aTan axivî û balkişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê. Sona Tan her wiha Rojîn Kabaîş, Îkbal Uzuner, Narîn Guran, Gulîstan Doku û gelek jinên din bibîranî û xwest kujer bên darizandin.
Halîde Turkoglu jî mafê axaftinê girt û da zanîn ku wê heta 25’ê Mijdarê bernameyên wan bidomin û her wiha bi lêv kir ku heta jin azad nebin, wê tu kes azad nebe û tu titşek nebe. Halîde Turkoglu daxuyakirin ku berpirsên cînayetên jinan dewlete û got dewlet malbata makul ferz dike û ev malbatên makul jî jinan qetil dikin.
Halîde Turkoglu diyar kir ku jin bi her cureyê êrîşê re tên rû hev û wek DEM Partî wê heta 25’ê mijdarê bername û çalakiyên xwe bidomînin. Halîde Turkoglu daxuyakirin ku wê ji bo wekheviyê têbikoşin.
Bername bi jin jiyan azadî bidawî bû.