Li Êlihê 5 kes hatin girtin
- 20:46 7 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Di protestoyên qeyûm de 5 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li Êlihê di prostoyên qeyûm de 5 kesên bi derbkirinê hatibûn binçavkirin hatin girtin. Rojnameger Mizigîn Sonuk, Yusuf Kaya yê hatibû derbkirin, endamê şaredariya Êlihê Ozdemîr Çelîk, Endama meclîsa şaredariya Êlihê Hatîce Taş û Vedat Ozer yên 4’ê mijdarê de hatibûn binçavkirin birin Edliyaya êlihê.
Piştî îfadeyê bi sûcdariya ‘li jî pêkanîna peywirê astengî derxistin’ bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza Sulh a Nobedar hatin kirin.
5 kes ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh ve hatin girtin.