Temenekî biçûk dilekî mezin 2019-01-23 09:07:56   Sozda Oremar   ŞEHBA - Di jiyana her mirovekî de cîhanek heye, cîhana zarokên Efrînê jî bi êş e ji ber ku ji warê xwe dûr in. Her gotinek li ser lêvên zarokan xwestina vegera ji bo Efrînê ye. Zaroka bi navê Fîdan Muslim ku bi hesreta Efrînê dijî helbestek ji bo Efrînê nivîsand. Di helbesta xwe de daxwaz û hesreta ji bo Efrînê rave dike.    Zaroka 12 salî Fîdan Muslim a ji Kantona Efrînê û niha li Şehbayê bi cih bûye ji bo Efrînê helbestek nivîsand û di helbesta xwe de têkoşîn û êşa ku li Efrînê hatiye jiyîn rave dike. Fîdanê wiha dibêje:"Ji bo çand û bêrîkirina Efrînê min helbest nivîsand."   Fidanê wiha got:"Ez gelek ji xwendinê hez dikimm. Niha li dibistana Şehbayê bi zimanê dayika xwed perwerdeyê dibînim. Ez gelek bêriya Efrînê dikim."    Hebesta Fîdanê ya ku ji Efrînê nivîsandiye ev e:   Ji Efrînê derketin çiqasî zor bû Bi nalîn û qêrîn ji Efrîna xwe derketim 72 balafir hatine ser Efrîna min a delal Efrîn tu nabe ya Erdogan, bila Erdogan çavên xwe bernede Efrînê Ger bi qêrîna dayika be, bi nalîna zarokan be Bi xwîna şehidan em ê vegerin Efrîna xwe  Bi xwîna şehidan be em ê vegerin Efrîna xwe Efrîna min bila mirin ba lê ne ew ditin ba Efrîna min tu warê kurda ye her dareke te wê bi YPJ-YPG ve rizgar bibe Efrîna min tu serî li hemberi hemû dewleta radike Bila Erdogan nebêje min Efrîn girt ez ê kurdan qir bikim tune bikim Kurd tune nabin kurd bi fikir,ramanên Serok Apo mezin bûne Ax Efrîna min ax Efrîna min   Helbesta vegera Efrînê   Efrîna min wa em hatin çavê xwe veke serê xwe rake wa zarokên te hatin Carek din zarokên Rojava di dilê xwe ke  Efrîna min, min soz dabû te ez ê vegerim wa ye ez hatim Min gotibû ez Efrîna xwe tu carî li ber desta nahêlim wa em hatin Efrîna min Ji bo ez Efrîna xwe sêwî nehêlim,  Di xewna xwe de dibînim wek Şehid Avesta, Barîn û Xerîban Efrîn dihat parastin Em jî wek zarok soz didin şehidên xwe wê her dewleta nikaribe Efrîna min bazar bike Tucar Efrîna min nayê bazarkirin Ev der Efrîn e kela berxwedanê ye Di Efrînê de şer û piling mezin bune  Efrîn me soz dabu te em ê te rizgar bikin Em ê te bi ala kesk,sor,zer bixemilînin  Her şev ez bi nalîna şehîdên xwe dihesim  Ez tucar nahêlim şehidê min binale Şehîdên me bi dengekî bang dikin ka Efrîn  Em jî dibêjin ey şehid wa ye hat Efrîna te Me çeka şehîdê xwe li erdê nehişt Ey dewletno bibihîsin bi dengê zarokan ve Efrîn rizgar bû Ey şehid wa ye zarokên te hatin cejna te pîroz be Em ê gora we bi xwîna xwe av bidin Ala kesk,sor zer a YPJ-YPG li ber gora te dînin Çawa me îro Efrîna xwe dit şehidên xwe dîtin  Em ê Serokê xwe jî ji zindanê derbixin Erdogan bibihîse Dengê me erd û esman dihejîne  Ez ê her tim bêjim Efrîna min hat Efrîna min hat   Di dawiyê de Fîdanê wiha got:"Ez helbesta xwe diyarî hemû Şehîdên Efrînê dikim. Hêviya me mezin e em ê rojekê vegerin Efrînê."