Mêrê îstismara zayendî pêk anî hat girtin
- 12:19 21 Çile 2019
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê mêrê bi navê Onur G. îstismara zayendî li zarokekê kir û hat girtin.
Li Edeneyê mêrê bi navê Onur G. bi saya înternetê bi zarokekê re hevdîtin pêk anî û ew îstismar kir. Li ser agahiya welatiyên der û dorê polîs hatin û Onur G. hat binçavkirin.
Piştî karên li emniyetê Onur G. sewqî edliyeyê hat kirin û ji aliyê dadehê ve ji ber sûcê "zarok îstismar kiriye" hat giritn.
Zarok jî radestî malbatê hat kirin.