Mêrê îstismara zayendî pêk anî hat girtin 2019-01-21 12:19:50   EDENE - Li Edeneyê mêrê bi navê Onur G. îstismara zayendî li zarokekê kir û hat girtin.    Li Edeneyê mêrê bi navê Onur G. bi saya înternetê bi zarokekê re hevdîtin pêk anî û ew îstismar kir. Li ser agahiya welatiyên der û dorê polîs hatin û Onur G. hat binçavkirin.    Piştî karên li emniyetê Onur G. sewqî edliyeyê hat kirin û ji aliyê dadehê ve ji ber sûcê "zarok îstismar kiriye" hat giritn.    Zarok jî radestî malbatê hat kirin.