Meşvanên azadiyê ji aliyê zincîra mirovan ve hatin pêşwazîkirin

  • 14:28 6 Sibat 2024
  • Ramyarî
MÛŞ - Meşvanên "Meşa Mezin a Azadiyê" a Baskê Qersê gihaştin navçeya Gimgima Mûşê. Meşvanên azadiyê li Gimgimê li zincîra mirovan rast hat.
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” a ku Wan û Qersê wek du baskan ve di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewan dike. Baskê Qersê îro gihaşt navçeya Gimgima Mûşê. Şêniyên navçeyê bi dirûşmeyan meşvan pêşwazî kirin. Li vir bi sedan kesan zincîra mirovan ava kirin û meşavan wiha pêşwazî kirin. Li vir dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Piştî tûra li navçeyê li meydana navçeyê daxuyanî hat dayin. Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk li vir got siberoja me ji têkoşîna azadiya Kurdistanê ne qut e. Burcugulê got meşa azadiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd e û ew ê li ba têkoşîna gel cih bigirin. 
 
Daxuyaniyê bi dirûşmên "Bijî xwişk û biratiya gelan","Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev","Bimre komploya 15'ê Sibatê" bi dawî bû. Girse piştî daxuyaniyê derbasî Rêxistina DEM Partiyê ya Gimgimê bû.