Meşvanên azadiyê: Divê em dev ji rêya Ocalan bernedin

  • 13:13 6 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
ERZIROM - Meşvanên Azadiyê yên ji Qersê derketin li navçeya Xinûsê meş li dar xistin. Li vir hat gotin:"Divê em ji rêya Ocalan lê dimeşe dernekevin, dev jê bernedin. Em kurd in, welatê me li vir, navê welatê me jî Kurdistan e."
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan baskê Meşa Azadiyê ya Mezin a li Qersê li Xinûsa Qersê çalakiya meşê li dar xist. Meşvan li ketina navçeyê hatin pêşwazîkirin û dayikan re bi dirûşman meşiyan navenda navçeyê. 
 
Heta Abdullah Ocalan azad bibe…
 
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu li vir li ser navê meşvanan daxuyanî da û got:”Meşa me bi awayekî zindî dewam dike. Em çûn ku derê em bi coş hatin pêşwazîkirin. Îro salvegera erdhejê ye. Erdhej afeteke xwezayî ye lê belê kavila îktidarê ava kir ne xwezayî ye. Ew li ser şer û xwînê îktidara xwe ava dikin. Destê îktidarê bi xwîn e. Dewsa pere bidin şer dikarin bi wî pereyî bajar ava bikin lê belê ne xema îktidarê ye. Em li memleketê Şêx Saît in. Loma gelekî girîng e ku ev meş niha li vir e. Heta Birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe wê meşa me dewam bike."
 
Piştre endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mahmut Taniş got:”Divê em ji rêya Ocalan lê dimeşe dernekevin, dev jê bernedin. Em kurd in, welatê me li vir, navê welatê me jî Kurdistan e."
 
Piştre dirûşmên “Bimre ixanet”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”  hatin berzkirin. Piştre meşvan tevlî civîna gel bûn. Di civînê de hinek pasajên bi parêznameyên Abdullah Ocalan hatin xwendin. Meşvan ber bi Gimgimê ve derketin ser rê.