'Meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e'

  • 11:47 6 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
ERZIROM - Baskê Meşa Azadiyê ya Mezin a Qersê li Qerecobanê got meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Hat gotin heta Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe wê ev meş dewam bike. 
 
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin ê Qersê di roja 6’emîn de di rê de ye. Meşvanên di saetên serê sibê de ji navçeya Kop a Mûşê bi rê ketin, gihiştin navçeya Qereçoban a Erziromê. Ji vir jî derbasî Xinûsê bûn. 
 
Ji ber salvegera erdheja 6'ê Sibatê meşvan bi awayekî bêdeng meşiyan. Meşvanan qurdeleyên reş li ber xwe xistin. Li navenda Qereçobanê daxuyanî hat dayin. Hevserokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û dest bi axaftinê kir. 
 
'Îktidar di bin enkazê de ma'
 
Salih bi bîr xist ku îro salvegera erdhejê ye û got ji 50 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dan û got:"Mirov di bin avahiyan de hatin kuştin. Em hêvî dikin ku em careke din van tiştana nebînin. Îktidarê tu derfet ji bo erdhejzedeyan bi kar neanî. Avahî ji bo rantê hatin hilweşandin. Îktidar di bin enkazê de ma."
 
Her wiha Salih got:"Meşa me ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Heta Birêz Ocalan bigihêje azadiya xwe wê ev meş dewam bike. "
 
Ji bo pêşwazîkirina germ a meşê Salih spas kir. 
 
Piştî daxuyaniyê girse derbasî avahiya DEM Partiyê bû.